Pirsgirêka elektirîkê bandor li ser karê 30 kompleksên pîşesaziyê dike

Li Hemayê ji ber pirsgirêka elektirîkê dibe ku 30 kompleksên pîşesaziyê biseknin û nema bixebitin.

Pirsgirêka elektirîkê bandor li ser karê 30 kompleksên pîşesaziyê dike
26 tebax, 2026   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên parêzgeha Hemayê li ser rêya Helebê nêzî 30 kompleksên pîşesaziyê hene û bi sedan karker lê dixebitin. Heke pirsgirêka wan a elektirîkê neyê çareserkirin dibe ku bisekn in. Ew kompleks elektirîka xwe ji xeta El Metahin werdigirin û her tim pirsgirêkên wê xetê hene.

Nûçegîhanê ANHA`ê yê Hemayê got kompleksên pîşesaziyê li herêma ku elektirîka xwe ji xeta El Metahin digire, ye û dema hejmara kompleksan zêde bûye êdî zextê li ser şebekeya elektirîkê heye, vê yekê jî bandorê li ser hilberîn û xebtandina alavên kompleksan kiriye.

Pîşesaz Cemîl Temarî got heke dê lêçûnên hilberînê kêm bibin, kîjan biryar were girtin em qebûldikin, lê divê pirsgirêka elektirîkê bi kokî were çareserkirin. Pirsgirêka elektirîkê were çareserkirin dê hilberîn her tim hebe.

Çavkaniyek ji Odeya Pîşesaziyê ya Hemayê got elektirîk ji carekê ve biha dibe û ew nikarin vî barî rakin, ji hikûmetê daxwaz kir ku rewşa pîşesazkaran bidin ber çavan û 2 salan dem bidin wan heyanî ku tabloyên enerjiyê ji xwe re bikirin.

Pîşesazkar dibêjin ku pirsgirêk di binesaziya pîşesaziyê de hene, berê bi dehan komplokes elektirîka xwe ji xeta El Metahin werdigirin û diviyabû xeteke nû ya elektirîkê çêkin. Lê niha hemû kompleks elektirîka xwe ji El Metahin werdigirin û êdî xet barê giran rananke.

Xwediyên kompleksan gotin heke rewş bi vî awayî bidome, dibe ku xetên hilberînê rawestin, alav ziyanê bibînin û bi sedan karker nema karibin bixebitin.

Aliyên têkildar heyanî niha pirsgirêk çareser nekirine û xeteke dîtir a elektirîkê nekişandine. Heke hikûmet elektirîkê bide kompleksan dê pirsgirêk were çareserkirin. 

(np)

ANHA