Li Cezayîrê qeza: 25 kes mirin

Li Cezayîrê otobuseke rêwiyan qulipî. Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 25 kes mirin û 44 kes birîndar bûn.

Li Cezayîrê qeza: 25 kes mirin
31 tîrmeh, 2026   16:13
NAVENAD NÛÇEYAN

Gerînendeya Giştî ya Parastina Sivîlan a Cezayîrê ragihand ku li eyaleta Bûmedrasê otobuseke rêwiyan ji rêya xwe derket û qulipî. Di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 44 kes birîndar bûn.

Li gorî gerînendeyê, otobusa qeza kir ji eyaleta Stêfê dihat. Her wiha diyar kir ku tîmên rizgarkirinê û ambulansê birîndaran vediguhêze nexweşxaneyan.

Gerînendeyê destnîşan kir ku dibe hejmara qurbaniyan zêde bibe.

(bb)