Fînlandiya û Ukraynayê peymana parastinê îmze kir

Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê ragihand ku Fînlandiya û Ukraynayê peymaneke hevkariya parastinê îmze kiriye.

Fînlandiya û Ukraynayê peymana parastinê îmze kir
13 adar, 2025   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Fînlandiya û Ukraynayê peymaneke hevkariya parastinê ya dualî îmze kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin ku her du welatan li hev kiriye ku hevkariya xwe ya parastinê di warê çek, pevguhertina îstixbaratê û hilberandina cebilxaneyê de kûrtir bikin.

Wezaretê aşkera kir ku dê bi qasî 200 milyon euro alîkariyên leşkerî pêşkêşî Ukraynayê di şerê wê yê li dijî Rûsyayê de bike.

(bb)