Li Selahedîn 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li Selahedîn 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
13 adar, 2025   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor medya Iraqê, îro hêzên Lîwaya 31 a Heşda Şebî li navçeya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn operasyonek lidarxist.

Hat gotin ku di encama operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û radestî aliyên peywendîdar hatin kirin.