Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn

Bi merasîmekê cangoriyên azadiyê yên 4 mehan hatin bibîranîn.

Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
13 adar, 2025   15:52
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê ji bo bîranîna şehîdên mehên Kanûn, Çile, Sibat û Adarê merasîmek li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê li dar xist. Malbatên şehîdan, endam û rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, şervan û fermandarên Cebhet El Ekrad, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û bi sedan koçberên ji Efrîn û Şehbayê û şêniyên Tebqayê amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir û malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan pêxistin. Paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got gelê Sûriyeyê wek ronahî û hêviya rizgariyê li QSD’ê dinêre.

El Omer anî ziman ku projeya neteweya demokratîk ji bo azadiya gelê Sûriyeyê hêviya yekane ye û wiha domand: "Hin dixwazin bi rêya komkujiyên li perava Sûriyeyê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, welat vegerînin çargoşeya ewil. Lê bi hebûna Rêveberiya Xweser dê ev qonax derbas bibin. Lihevkirina bi Şamê re encamên rêgezên me yên sabit û fedakariyên me yên mezin e."

Piştre sînevîzyonek li ser şehîdên her çar mehan hate pêşandan û merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA