Fîlozof Lowy: Divê xweseriya Rojava were parastin

Fîlozof Michael Lowy, dîyar kir ku peymana di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hesas e, hêj xetere didomin, bangî civaka navnetweyî kir û got: “Divê rêz li mafê xweseriya Kurdên li Rojava bigirin

Fîlozof Lowy: Divê xweseriya Rojava were parastin
2 sibat, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di asta navneteweyî de nirxandinên piştigiriya parastinê destkeftiyên şoreşa Rojava berdewam dike. Sosyolog û fîlozofê Fransî Michael Lowy ê ku bi xebatên xwe yên li ser tevgerên civakî yên hemdem li cîhanê tê nasîn, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

'HIKÛMETA SÛRIYEYÊ POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ DIMEŞÎNE’

Lowy diyar kir ku armanca sereke ya li pişt êrişên li ser Rojava tasfiyekirina modela demokratîk a li herêmê hatiye avakirin e û destnîşan kir ku hêza rastîn a li pişt van êrişan Tirkiye ye.

Lowy helwesta Rojavayî ya li hemberî êrişên li ser Rojava wekî "xiyanetê” bi nav kir û wiha domand: "Welatên rojavayî, bi gotineke din emperyalîstên rojavayî - Ewropa û DYE - ji bo gefa DAIŞ’ê ji holê rakin ji hêza Kurdan sûd wergirtin. Lê îro wekî ku ev gefa ku berdewam dike ji bîr kiribe tevdigerin an jî difikirin ku tifaqa bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re bes e, Kurdan tenê dihêlin.

Ev polîtîkaya hêzên mezin e. Tu carî eleqeyek jidil nîşanî berjewendiyên gelê Kurd, xweseriya Kurdan an jî ezmûna Rojavan nedan; Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de kirin amûr. Niha jî wan terk dikin.

Ji bo çareseriya siyasî çend gotinan dibêjin, lê tiştek şênber tuneye. Ji ber vê yekê, ne ecêb e. Mixabin, îro Kurd baweriya xwe bi piştgiriya diyasporaya Kurd û hêzên çepgir ên navneteweyî tenê tînin. Lê ev hevgirtin jî hîn jî têrê nake."

'PEYMAN HESAS E, XETERÎ BERDEWAM E'

Lowy peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya li Şamê de nirxand û anî ziman ku ev peyman pir qurfbar e û got: “Helbet ji berdewamkirina şer çêtir e, lê ev peymanek pir hesas e. Tu misoggeriya wê tuneye ku hikûmeta Sûriyeyê di çend hefteyên pêş de di bin zexta Erdogan de êrişên li dijî Kurdan ji nû ve dest pê neke.

Her wiha tu misogeriya vê peyman tuneye ku di asta herîm kêm de ji gelê Kurd li Sûriyeyê re xweseriyê bîne. Ji ber vê yekê, tenê misogeriya ku Kurd li Sûriyeyê dikarin xweseriya xwe, mafê xwerêveberiyê û kapasîteya xwe ya rêxistinkirinê biparêzin, hebûna hêzên wan ên çekdarî, yanî Hêzên Sûriya Demokratîk e. Bêçekkirina wan wê bibe destpêka dawiya hebûna xweser a Kurdên li Sûriyeyê.”

‘TUNEKIRINA ROJAVA WÊ BIBE TRAJEDÎ'

Lowy bal kişand ser pêwîstiya parastina ezmûna Rojava û got: "Hefteyên û mehên pêş de wê nîşanî me bidin ka modela Rojava dikare were parastin an na. Ger ev ezmûn bi dawî bibe, ew ê bibe trajediyek. Ji ber ku Rojava, tevî hemû pirsgirêk, sînorkirin û nakokiyên xwe, di warê demokrasiya rastîn û rizgariya jinan de yek ji ezmûnên herî pêşketî yên cîhanê ye.

Ji bo her kesê ku ji bo sosyalîzm, mafên jinan û ekolojiyê têdikoşe, ezmûnek îlhamê bû. Ji ber vê yekê, hilweşandina wê ya tevahî wê windahiyek mezin be."

'EWROPA WÊ BERDÊLA TERIKANDINA ROJAVA BIDE’

Lowy diyar kir ku tasfiyekirina Rojava wê gefek mezin li ser ewlehiya Ewropayê çêbike û bi bîr xist ku bi hezaran DAIŞ’î li Rojava têne girtin wiha domand: “Helbet ev ji bo Ewropayê jî xeterek mezin e. Terikandina Rojava ji hêla Ewropayê ve xeletiyek pir cidî ye. Ez bawer dikim ku di pêşerojê de, wê poşman bibin.”

Di dawiyê de Lowy bang li civaka navneteweyî jî kir û diyar kir ku bi awayekî siyasî piştgiriyê bide mafên Kurdên li Sûriyeyê û mafê xweseriya Rojava.