Çapemeniya Cîhanî: Divê Sûriye ji bo nasnameya Kurdan gavan bavêje

Di çapemeniya cîhanî de çalakiyên di çarçoveya 1’ê Sibatê Rojava Piştevaniya bi Rojava re bû rojeva sereke û di çalakiyan de peyama divê el-Şeri, ji bo nasîn û rêzgirtina li nasnameya Kurdan gavên pratik biavêje.”

Çapemeniya Cîhanî: Divê Sûriye ji bo nasnameya Kurdan gavan bavêje
2 sibat, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya 1’ê Sibatê Rojava Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê, duh li çar aliyên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên ku milyonan kes beşdar bûn, di rojeva çapemeniya cîhanê de cî girt.

Malbepa Swissinfo (SWI) ya li Swîsreyê çalakî bi sernava “Li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi hezaran kes ji bo piştgiriya bi Kurdên Rojava re çalakî li dar xistin” weşand.

‘ÇAVÊN HER KESÎ LI SER KOBANÊ YE’

Malpera Welt a Almanî, destnîşan kir ku li ser Stûna Serketinê ya li bajarê Bernê pankarta bi nivîsa “All eyes on Kobanê (Çavên her kesî li ser Kobanê ye)” hatiye daliqandin. Herwiha malpera Du Bist Halle ya Almanî çalakî bi sernava “Jin, jiyan, azadî: Li Halleyê ji bo Kurdistanek serbixwe çalakî” ve weşand.

Malpera bi navê Namba ya li Nambiya ya Afrîqayê nûçeyek bi senava “Bi hezaran Kurd, ji bo piştevaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn” weşand.

DIVÊ ŞERI NASNAMEYA KURD NAS BIKE

Rojnameya The National a li Îmarata Yekbûyî ya Ereb, gotarek bi sernava “Li Sûriyeyê, aştiyek nîvco jî ji şer çêtir e” weşand. Di nivîsê de hate gotin: “Gavek neyînê dê tenê bi gurbûna şer ve sînordar nemîne, nexasim DAIŞ dê ji bo ewlehiya neteweyî û herêmî bibe gef. Divê Serok Ahmed el-Şeri, îspat bike ku kare hêzên xwe kontrol dike, divê ji bo nasîn û rêzgirtina li nasnameya Kurd gavên pratik biavêje.”