Rojnamên Erebî: Peymana QSD û Şam bi nav êrîşên DYA û Îranê 

Rojnameyan erebî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de deriyekî nû ji bo gotûbêjkirina siberoja Sûriyeyê vedike. Rojnameyan her wiha li ser arîşeya di navbra Amerîka û Îranê de nivîsîn.

Rojnamên Erebî: Peymana QSD û Şam bi nav êrîşên DYA û Îranê 
2 sibat, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro, bal kişandin ser peymana di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, û her weha arîşeya di navbera  Amerîka û Îranê de.

GELO DÊ LI SÛRIYEYÊ HIŞMENDIYA HEMWELATÎBÛNÊ  LI HEMBER A ÇEKAN BI SER BIKEVE?

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku ku peymana di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de derfetek dîrokî ye ji bidawîkirina siysetên inkarê yên li dijî Kurdên Sûriyeyê, yên ku êşa polîtîkayên asîmlasyon û zextên ewlehiyê kişandine. 

Rojnameyê destnîşan kir ku peymana di 30`ê Çileya 2026`an de hatiye îmzekirin, kesekî serketî yan binkeftî destnîşan nade, lê belê serkeftina mantiqa dewlet û hemwelatîbûnê nîşan dide, û deriyê hevkariyeke neteweyî ya rastîn vedike, bi şertê ku bendên wê werin bicîhanîn û mafên destûrî û siyasî yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin garantîkirin.

PEYMANEK DI NAVBERA ŞAM Û QSD`Ê DE… GELO BÛ DEMA ŞAHIYÊ?

Rojnameya El Ereb a li Londonê peymanê wekî destpêka pêvajoya neteweyî nirixand, ne wekî dawiya wê. Peymanê destnîşan kir ku entegrekirina QSD`ê di nav artêşa Sûriyeyê de û rêkûpêkkirina statuya karmendên sivîl gaveke girîng e, lê serkeftina wê bi pêkanîna rastîn û garantiyên destûrî ve girêdayî ye ku mafên kêmneteweyan dipare.

Rojnameyê diyar kir ku Sûriyeyê di qonaxek dîrokî de ye ku dikare yekîtî û aramiya xwe vegerîne ger ev peyman veguhere projeyek neteweyî ya berfireh ku cihêrengiyê bike hêzek û hemwelatîbûnê bike bingeha dewleta nû.

TRUMP, MURŞID Û MEZARGEH

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa aloziyên di navbera DYA`ê û Îranê de kir û destnîşan kir li herêmê arîşeyeke desthilatdariyê ya ji bo hemî îhtimalan vekirî heye. 

Rojnameyê bal kişand ser girîngiya xuyabûna Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî li perestgeha Xumeynî di vê rewşa aloz de, ku zextên leşkerî û siyasî zêde dibin û merc  û daxwazên rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump girantir dibin. Rojnameyê diyar kir ku Îran piştî salên berfirehbûnê dikeve qonaxek paşvekişandinê, piştî êrişên  li sr wekîlên yên herêmî û zêdebûna zextên navxweyî û derve. 

(k)