Parlamenterên Alman: Sîstema nenavendî vebijêrka herî guncaw e

Parlamentoya Eyaleta Bakurê Ren-Westfalya ya Almanyayê, rewşa pêkhateyên Sûriyeyê nîqaş kir û got divê mafên mirovan bên parastin, entegrasyon pêk were û bi rêya sîstemeke nenavendî rêz li pirrengiyê bê girtin.

Parlamenterên Alman: Sîstema nenavendî vebijêrka herî guncaw e
13 kanûn, 2025   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Almanyayê ku yek ji blokên parlamentoyê ye, duh (În 12 kanûn 2025) civînek bi sernavê "Pêkhateyên Sûriyeyê li eyaleta Bakurê Ren di navbera sirgûniyê û destpêkeke nû de - mafên mirovan di xetereyê de ne" li dar xist. Civîn bi beşdariya palamenterên Alman, çalakvanên Sûriyeyê yên li Almanyayê li avahiya parlamentoya eyaletê pêk hat.

Di civînê de rewşa pêkhateyên Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baasê, binpêkirinên hikumeta veguhêz ên li dijî Elewî, Asûr, Kurd, Durzî û pêkhateyên din hatin nîqaşkirin.

Parlamentera Partiya Kesk Lemya Qedûr ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye got: "Divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi baldarî tev bigere û nêzîkatiyên xwe yên li ser esasê mezehbî rawestîne. Divê tayînkirina di saziyên hikumeta Sûriyeyê de li ser esasê jêhatîbûnê be, ne li ser esasê girêdanên olî an jî mezhebî bin."

Di civînê de bal kişand ser rola eyaleta Bakurê Ren –Westfalya ku derdora 374 hezar sûriyeyî lê dimînin, di şopandina rewşa penaberên sûriyeyî û bandora pêşketinên siyasî li Sûriyeyê li ser jiyana wan a rojane, bi taybetî di mijarên niştecîbûn, entegrasyon û beşdariya sivîl de, hate destnîşankirin.

Parlamenterê Alman Max Lux destnîşan kir ku Almanya di avêtina gavên cidî yên der barê mijara Sûriyeyê de dereng bû û got mudaxele ji bo parastina mafên mirovan ji destpêka tundiyên li Siwêdayê de pêdiviyek bû. Max Lus got: "Pirrengiya Sûriyeyê çavkaniyek hêzê ye ku divê li ser were avakirin. Divê stratejiyek zelal a Alman were pêşxistin ku demokrasî û mafên mirovan bide pêş."

Beşdaran diyar kir ku divê mijarên girêdayê mafên pêkhateyên Sûriyeyê bibin rojevên dan û standinên şandeyên Ewropa bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re. Ji bo belgekirina binpêkirinan jî xwestin piştgiriya rojnamegeriya serbixwe bê kirin. Beşdaran got, divê bandorên siyaseta Almanyayê ser jiyana sûriyeyîn li eyletê were şopandin.

Beşdaran anîn ziman ku ji bo Sûriyeyê sîstema nenavendî vebijêrka herî guncaw e.

(b)