Fetih û Hemasê li ser rêvebirina Xezayê li hev kir

Çavkaniyan diyar kir ku tevgerên Hemas û Fetihê li ser pêşnûmeya avakirina komîteyekê ji bo rêvebirina Xezayê li hev kiriye.

Fetih û Hemasê li ser rêvebirina Xezayê li hev kir
3 kanûn, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Tora El Erebiya re got tevgerên Hemas û Fetihê li ser pêşnûmeya avakirina komîteyekê ji bo rêvebirina Xezayê li hev kiriye. Çavkaniyan diyar kir ku ev pêşnûme ji aliyê Misirê ve hatibû pêşkêşkirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku lihevkirina aliyên filistînî ya li ser komîteya rêvebirina Xezayê dê rê li ber ragihandina agirbestê veke.

Li gorî pêşnûmeyê, lêvegera komîteyê hikumeta Filistînê ye û tayînkirina wê bi biryara serokê desthilatê ye. Her wiha dê komîte pêwîstiyên bingehîn ên xelkê Xezayê bi cih bîne.

(bb)