Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Me xwe li gorî pêvajoyê bi rêxistin kiriye

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji bo rewşên awarte xwe bi rêxistin kiriye, got "Me xweparastin wek rêbaz ji xwe re girtiye. Em heq û erdê xwe nadin çeteyan û em ê nehêlin derbasî herêmên me bibin."

 Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Me xwe li gorî pêvajoyê bi rêxistin kiriye
3 kanûn, 2024   11:55
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê, piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê, piraniya bajarê Helebê kontrol kir û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî dorpêç kirine.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî êrişên muhtemel seferber bûne, xwe li gorî pîvanên xweparastinê û şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kirine.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku xwedî ezmûnên berxwedanê ne, ji temen û pêkhateyên cuda ji bo xweparastinê çek rakirine û nobetê digirin û dewriyeyên digerînin.

Ciwanan ji bo parastina taxê çek hilgirtine û cihê xwe di nava Hêza Parastina Şêxmeqsûdê de girtiye. Ciwanan diyar kir ku ji bo jiyaneke ewle û piştevaniya hêzên xwe ew amade ne her tiştî bidin.

Mezlûm Elûş ê ji pêkhateyê Ereb got: "Me xweparastin wek rêbaza parastina civak û hebûna xwe esas girtiye. Em heq û erdên xwe nadin çeteyan. Em ê nehêlin çete derbasî herêmên me bibin."

Elûş her wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide me tune bike, lê em ê heya dilopa dawîn a xwînê bi îrade û biryardariya xwe li hemberî hewldanên wê bisekinin.”

Şêrewan Heleb jî anî ziman ku erka parastina herêmê di radeya yekemîn de dikeve ser milê ciwanan û wiha domand: "Em ê bi awayekî çalakî vê erkê bi cih bînin em amade ne xaka xwe biparêzin.”

(bb)

ANHA