Festîvala ʹArîn Bisk û Zulfên Aştiyêʹ di roja 6'an de didome

Di roja 6'an a Festîvala 3'yemîn a Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya 2 şanoyên ji Kobanê û Reqayê hatin pêşkêşkirin.

Festîvala ʹArîn Bisk û Zulfên Aştiyêʹ di roja 6'an de didome
Festîvala ʹArîn Bisk û Zulfên Aştiyêʹ di roja 6'an de didome
Festîvala ʹArîn Bisk û Zulfên Aştiyêʹ di roja 6'an de didome
10 cotmeh, 2024   17:48
KOBANÊ

Di roja 6'an de 2 şano hatin pêşkêşkirin. Şanoya pêşîn saet di 13:00'an de bi navê "Raqîso El Qibûr" a nivîskar Fîras Remedan û derhêneriya Mihemed El Şerbînî ji aliyê koma Mala Şanoyê ya Reqayê ve hat pêşkêşkirin. Ew jî li ser doz û nakokiyên civakî yên ku di encamê de mirov jiyana xwe ji dest didin, bû.

Şanoya din saet di 16:00'an de bi navê "Seyidet El Mersem" a nivîskar Dilbirîn Muslim û derhêneriya nivîskar Ukab Hemdî ji aliyê koma Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya ve hat pêşkêşkirin. Ew jî li ser zikreşiya mirovan bû.

Tîm û komîteya amadekar a festîvalê her du şano diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Heta niha 9 şano ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêşkêşkirin. Çaverê ye festîval heta 12'ê vê mehê bidome û tê de komên şanoyê yên din ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşdar bibin.

(mh)

ANHA