Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Tebqa hat avakirin

Li gorî madeya 105ʹan a Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Tebqa hat ragihandin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Tebqa hat avakirin
10 cotmeh, 2024   17:56
TEBQA

Ji bo pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve Desteya Aborî û Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran ên kantona Tebqayê li navenda desteyê civînek li dar xist. Di civînê de li ser forma dawî ya ragihandina avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê nîqaş hatin kirin.

Piştî civînê û bi rêya daxuyaniya ku ji hêla hevserokê Meclisa Aborî Wail El Dendel ve hatiye xwendin avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Tebqa hat ragihandin. Ew meclis li gorî madeya 105ʹan a Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin.

Di meclisê de komek pispor û nûnerên ji desteyên ʹaborî û çandinîʹ û Yekitiyên Giştî yên kantonê hene. Armanca wê plan û stratejiyên guncaw ji bo piştgiriya aboriya herêmê û geşkirina hevkariyê di tevahî beşan de werin danîn.

Her wiha armanca avakirina meclisê birêxistinkirina aboriyê bi awayekî hevgirtî ji komînan bigire heta bi bajarok, bajar û kantonan û heta bi Meclisa Giştî ya Aboriyê, her wiha ji bo xurtkirina parastina jîngehê ye. Li kêlek wê jî da ku dewlemendiya aborî bi awayekî adilane were belavkirin û jin di tevahî aliyan de bi awayekî xurt beşdar bin û garatniya hevsengiya giştî were kirin.

(fr)

ANHA