Çalakiya konvedanê ya Tebqayê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya ku Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê re ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî de li dar xistibû, bi teqeziya bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

10 cotmeh, 2024   17:44
TEBQA

Di çalakiya konvedanê ya îro de xelkê herêmê, nûnerên ji Desteya Tendurîstiyê, Jîngehê, Enerjî, Ciwan û Werzîşê, Perwerde, Aborî û Çandiniyê, Jin, tevgerên jinan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Yekitiya Şaredariyan û Meclisa Sivîl a Tebqa beşdar bûn.

Di çalakiya roja duyemîn û ya dawî de gelek axaftin hatin kirin. Axêveran diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de komploya astengkirina çareserkirina dozên Rojhilata Navîn û paşguhkirina doza Kurd e.

Dûre sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hat pêşkêşkirin.

Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa Huda El Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin 25 sala di ser têkoşîn û berxwedana ku Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê raber dike de derbas dibe û hîna dewleta Tirk a dagirker sîstema êşkence û qirkirinê ku têkiliyên wê bi tu qanûnên hiqûqî re nîn e ferz dike. Her wiha nahêle ne parêzer ne malbat serdana wî bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têgihîştina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji van siyasetan re hişt ku ew têkoşînê bilind bikin û ji bo şermezarkirina komployê dakevin qadan û banga şikandina pergala êşkence û qirkirinê bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya yekane ya çareserkirina tevahî pirsgirêkên li herêmê ye.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, mirovî û CPTʹyê hat kirin ku bi cidî rola xwe bilîzin û zextê li desthilatên Tirk bikin ku Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

Di dawiyê de soza hat dayîn ku ew ê komployê bi dawî bikin, dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

(fr)

ANHA