Festîvala Şehîd Berçem di roja 3'yemîn de didome
Festîvala Şehîd Berçem Efrîn di roja xwe ya 3'yemîn de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê didome. Di festîvalê de govendên cûrbecûr tên pêşkêşkirin.
Festîvala 2'yemîn a Şehîd Berçem Efrîn di roja xwe ya 3ʹyemîn de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê didome. Festîval bi dirûşma "Bi tîrêjên rojê hunera jinê geş dibe" ji aliyê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve hatiye lidarxistin.
Di roja 3'yemîn de bi beşdariya girse komên şehîd Ronahî, Şehîd Sosin Bîrhat, Şehîd Sînan, Şehîs Hevrîn, Şehîd Şîlan, Artsax û Leyalî Işrîn(Şevên 20ʹê) govendên cûrbecûr hatin pêşkêşkirin.
Çaverê ye herdu hunermend Sîham Nebo û Mizgîn Girbawî û komên şehîd Hêlîn Cûdî, şehîd Delîla, şehîd Hêzil û koma Dayikan saet di 18:30'an de şahiyekê li Qada Şehîd Egîd li dar bixin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku desthilata Partiya Demokrar a Kurdistanê (PDK) rê nedan hunermenda Tûnisî Amal Meslosî û hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê Şadî Xelamî ku derbasî herêmê bibin û di festîvalê de beşdar bibin.
Di 2 rojên borî de bi dehan stran, govend û şano hatin pêşkêşkirin. Her wiha meşeke hunerî û pêşangeha destkariyê û hunera şêwekariyê hatin lidarxistin.
Di festîvalê de 32 komên hunerî beşdar in. Festîval dê heta sibe (9'ê Îlonê) bidome.
(mh)
ANHA