Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6’emîn didome

Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6’emîn bi beşdariya bi deh hezaran kesî li Kobanê berdewam dike.

14 cotmeh, 2025   11:49
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6’emîn li bajarê Kobanê bi tevlêbûna hunermend, werzîşvan û şêniyên herêmê dest pê kir.

Xebatên çêkirina Stadyuma Şehîd Bawer di 2018`an de dest pê kir. Di 11`ê Cotmeha 2025`an de anku di roja destpêkê ya Festîvala Şehîd Bawer de hate vekirin.

Şehîd Bawer Agir (Ehmed Akyuz) 13′ê Cotmeha 2019′an de bi encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bûbû.

Têkildarî mijarê hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Evîn Berewad û hevserokê Yekitiya Werzişê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel ji ajansa me re axivîn.

Evîn Berewad li ser mijarê diyar kir ku ev festîval ji bo parastina mîrasa çandî gaveke girîng e û got: "Huner û muzîk, ew rihên şoreşê yên di nava civakê de ne. Hezkirina civakê bi têkoşînê ve girê dide.”

Evîn di berdewama axaftinê de li ser vekirina Stadyuma Şehîd Bawer Agir ev tişt anî ziman: “Ev cara yekem e ku stadyumeke wiha mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çêkirin. Xebatên çêkirina zemîna stadyumê di sala 2018’an de bi destê Şehîd Bawer hate destpêkirin. Niha jî navê wî li Stadyumê hatiye kirin. Ev der bi rihê xwe, nasnameya neteweya demokratîk nîşan dide.”

Hevserokê Yekîtiya Werzişê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel der barê mijarê de wiha axivî: "Festîvala Şehîd Bawer Agir bi rengekî neteweyî û bi hestên yekbûnê hate lidarxistin.”

Berkel li ser bernameya fesîvalê jî ev tişt anî ziman: "Festîval dê 3 rojan dewam bike. Di roja yekemîn de bi pêşandanên folklorîk û muzîkê, di roja duyemîn de bi pêşandanên werzîşî û lîstikên neteweyî û di roja dawîn de jî bi beşdariya hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî dibe."

Bozan anî ziman ku ev festîval peyameke yekbûnê ye û û wiha dom kir: “Armanca festîvalê ew e bi huner û muzîkê rihê şoreşgerî were nûkirin û mîrasa çandî ya gelê Kurd biparêze.”

Bozan Berkel di dawiya axaftina xwe de got: "Festîvala Şehîd Bawer Agir ne tenê mîrasa şehîdekî diparêze, lê nîşaneya azadiyê, parastina nirxên civakî û xwedîderketina çand û hunera xwe ye. Em ê jî her tim têkoşîna xwe xurttir bikin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin da em Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.”

ANHA