Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin

Rêxistina Mafên Mirov a HRNA’yê ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaşe, lê heta niha rê nehatiye dayîn ku were dermankirin û di jêr çavdêriya pizîşkan de be.

Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
14 cotmeh, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov a HRNA’yê têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezd a Îranê cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, raporek belav kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan take girtiya siyasî ya jine ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê heta hetayî lêhatiye birîn û niha li girtîhea Yez de tê hiştin. Hatiye gotin ku tevî rewşa tendirustî ya Celaliyan ji ber nexweşiya çav û gurçik û mîdeyê xirabe, lê hîna jî ji çavdêriya pizîşkî ya pêwîst û berdewam bê par hatiye hiştin.

Hatiye diyarkirin ku demek dirêje girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji ber nexweşiyên mîde, gurçik û çav rewşa wê xirabe, lê heta niha berpirsên girtîgeha Yezd karûbarên pêwîst ji bo dermankirina wê nekirine.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku meha borî li yek ji nexweşxaneyên bajarê Yezd neştergeriyek ji Zeyneb Celaliyan re hatiye kirin, lê piştî du rojan carek din ew vegerandine girtîgehê. Hat gotin ku di dema neştergeriyê de jî kelepçe bi destên Celaliyan ve bû.

Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.