Pêşangeha Şehîd Herekol a Navnetewî ya Pirtûkan di 20-26’ê Cotmehê de ye

Pêşangeha Şehîd Herekol a Navnetewî ya Pirtûkan a 9’emîn dê di navbera 20-26’ê Cotmehê de li Parka Azadî ya Qamişloyê bê lidarxistin.

Pêşangeha Şehîd Herekol a Navnetewî ya Pirtûkan di 20-26’ê Cotmehê de ye
14 cotmeh, 2025   11:55
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 9’emîn li dar dixe. Îsal navê pêşengehê hat guhertin û bû “Pêşangeha Şehîd Herekol a Navnetewî ya Pirtûkan”. 

Dê pêşangeh di 20-26’ê Cotmehê (2025) de, bi dirûşma “Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo bê lidarxistin.

Endamê komîteya amedekar a pêşangehê Abdulmecît Xelef da zanîn ku dê ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û Iraq, welatên Kendavê, Misir, Libnan, Sûriye û Swêdê nêzî 60 weşanxane beşdarî pêşangehê bibin.

Dê ji roja duyemîn a pêşangehê (21’ê Cotmehê) heta roja çaremîn (24’ê Cotmehê), semîner û panel, çalakiyên muzîkê û îmzekirina pirtûkan bên lidarxistin.

Roja dawîn jî (26’ê Cotmehê) ji derveyî holê dê şahiyek bê lidarxistin.

Komîteya amadekar ji bo agahiyên berfirehtir, dê di vê hefteyê de daxuyaniyekê bide.

(bî/k)

ANHA