Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî

Bi destpêkirina Festîvala Hêvî ya Şanoya Zarokan re, dika şanoyê li Qamişloyê ji bo zarokan veguheriye cihekî tijî deng, ziman û çandê.

Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî
Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî
Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî
Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî
Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî
Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî
Festîvala Hêvî; cihek ji bo xurtkirina ziman û çanda kurdî
17 hezîran, 2026   14:35
QADMIŞLO

Festîvala Hêvî ya Şanoya Zarokan duh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê kir. Festîval bi dirûşma "Şano bi zimanê dayikê xweşiktir e" ji hêla Tevgera Çand û Hunerê bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hîlala Zêrîn ve tê lidarxistin û 7 komên şanoyê yên zarokan beşdar dibin. 

Amadekarên festîvalê diyar kir ku şano êdî ne tenê cihekî ji bo pêşkêşkirina hunerê ye, lê bûye amûreke perwerde û çandê ku alîkariya zarokan dike li ser ziman û çanda xwe fêr bibin û kesayetiyên xwe ava bikin û baweriya xwe xurttir bikin.

Di roja vekirina festîvalê de li kêleka berhemên şanoyê çalakiyên muzîk û stranên gelêrî hatin pêşkêşkirin. ‘Orkestra Rojava’ ku di sala 2016`an de hatiye damezirandin, berhemeke muzîkal bi 27 zarokan re pêşkêş kir.

Endama orkestrayê Lavîn Hemo got: "Em kêfxweş in ku beşdarî vê festîvalê dibin û ji bo beşdaran muzîk û stranên kurdî pêşkêş dikin."

Koma Pargîn jî ji herêma Kojran a li gundewarê Dêrikê ku ji 20 zarokên keçîn pêk tê, stanên gelêrî pêşkêş kirin.

Roja duyemîn a festîvalê dê li bajarê Tirbespyê berdewam bike. Koma Şehîd Erdal ji Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Koma Feraşîn ji Tevgera Hîlala Zerîn, Koma Şanoya Yekpar, Koma Pargîn a dîlanê ya zarokan û Koma Avzem ji Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil li Tirbespiyê, dê çalakiyên xwe yê hunerî pêşkêş bikin.

Endama komîteya amadekar a festîvalê Zîlan Mecîd diyar kir ku komên beşdar mijarên şanoyên xwe li gorî  jîngeh û herêmên xwe hilbijartine. Zîlanê diyar kir ku şano dibe alîkar bo pêşxistina kesayet û afirîneriya zarokan û alîkariya wan dike ku bi çand û kokên xwe ve girêdayî bin.

(k)