Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 15`ê Îlonê ye

7`emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer wê 15`ê Îlonê bi beşdariya zêdetirî 20 koman dest pê bike

Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 15`ê Îlonê ye
Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 15`ê Îlonê ye
Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 15`ê Îlonê ye
Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 15`ê Îlonê ye
Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 15`ê Îlonê ye
31 tebax, 2025   04:05
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Komîna Govendê amadekariyên lidarxistina 7`emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer dikin.

Festîvala îsal wê bi beşdariya 20 komên govendan ên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Çerkez, Êzidî  yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê bi dirûşma “Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke” were lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku endamê rêveber ê Komîna Govendê û endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Zana Huner dane ajansa me, festîval wê 15`ê Îlonê bi kernevaleke hespan, dahol û zirne ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo dest pê dike û li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo (cihê li darxistin festîvalê) dewam bike.

Zana Huner diyar kir ku festival wê 17`ê Îlonê bi dawî dibe û  ev agahî dan: "Zêdetirî 20 komên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wê beşdarî festîvalê bibin. Me xwest ji Bakurê Kurdistanê jî kom tev li festîvalê bibin, lê ji ber nebûna derfetê ew ê bi rêya dîmen beşdar bibin.”

Festîvala Yekemîn a Govendê di sala 2015’an de li ser asta Kantona Cizîrê li bajarê Rimêlanê pêk hat. Piştre biryar hat dayîn ku di salên pêş de festival li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Kurdistanê pêk werin.

Piştî gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Ronahî Bawer (Ronahî Hemo) a ji Efrîn ku di heman demê de endamek komek govendê bû, di 2019`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, navê festîvalê bi navê wê hat kirin.

(bb)

ANHA