Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de hîna nakokiyên cewherî li ser têgehên demokrasiyê hene û dane zanîn ku destwerdanên derve, di ser de yên dewleta Tirk di kar û barên Sûriyeyê dewam dikin. Rojnameyan der barê Lubnan û Îsraîlê de jî destnîşan kir ku istiqrara herêmê girêdayî gavên pratîkî ne daxuyaniyên fermî.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
31 tebax, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de rewşa Sûriyeyê, dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, her wiha geşdanên li Lubnanê û aloziya li Xezayê nirxandin.

DAN Û STANDINÊN SÛRIYEYÊ DI NAVBERA ŞAM Û QSDÊ DE: GELO NÎŞANÊN ÇARESERIYÊ HENE?

Rojnameya El Nehar bal kişand ser dan û standinên berdewam ên li Sûriyeyê.  Rojnameyê diyar kir ku sê aliyên têkiliya di navbera hikumeta Şam û Rêveberiya Xweser de hene ev nirxandin kir "ya yekem, cûdahiya bingehîn di navbera projeya Şamê ya dewleta navendî û projeya nenavendî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve tê pêşniyarkirin.

Ya duyemîn, giraniya hêmanên herêmî ye, bi taybetî rola Tirkiyeyê ku dixwaze di warê siyasî, leşkerî û aborî de li ser qada Sûriyeyê desteser be. Li kêlek wê jî hewldanên dewleta Tirk ên kêmkirina bandora aliyên din ên wekî Fransa û Îsraîlê hene.

Ya sêyemîn zextên navneteweyî yên nakok in, ku carinan dibêjin ew ên beramberî parastina kêmneteweyan cezayên li ser Şamê kêm bikin, carna jî zexta ji bo pêkanîna aramiyê dikin."

Rojnameyê destnîşan kir ku rewşa Sûriyeyê hîn jî girêdayî hevsengiyên navxweyî, herêmî û navneteweyî yên tevlihev e, di heman demê de pêvajoya dan û standinan bi awayekî giran bi pêş dikeve, bêyî ku formeke lihevkirinê pêk bê.

Rojnameya El Quds El Erebî jî li ser mijara Sûriyeyê nivîsî û da zanîn ku pêvajoya ber bi azadî û demokrasiyê ve hîna ne temam e, ji ber bêyî hebûna edaleta pêvajoya veguhêz pêvajoyek siyasî bi ser nakeve.

GAVA PÊŞ A DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE ÇI YE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî li ser dosyaya Hizbullah a Lubnanê  û mijara bêçekirinê nivîsî û ev nirxandin kir " Gava pêş a di navbera Lubnan û Îsraîlê de hîn ne diyar e. Her çendî Netanyahu pesnê biryara hikumeta Lubnanê ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê dabe jî lê got, ya girîng pêkanîn e ne gotin e. Ev yek jî van pirsên bingehîn: Gelo dema artêşa Lubnanê herêma bakurê Lîtanê tenê bêçek bike wê Îsraîlê dest bi vekişînê bike, anî jî ev şert e ku Hizbullah çekên xwe li seranserê Lubnanê radest bike? derdixe holê"

Li gorî rojnameyê, ev nîqaş nîşan dide ku siberoja têkiliya di navbera her du aliyan de bi gavên pratîkî yên li ser erdê ve, ne bi daxuyaniyên siyasî girêdayî ne.

’REWŞA XEZAYÎYAN SÎNORÊ XEYAL DERBAS DIKE’

Rojnameya El Ayyam a Filistînê jî cih da siyaseta ambargo û birçîkirinê ku Îsraîlê li ser Xezayê dimeşîne. Hate gotin "Rewşa mirovên li Xezayê ya di bin gefê de dişibihe rewşa kesên ku li deverên di bin dagirkirina Îsraîlê de mane. Kesên ku diçin kamyonên alîkariyê, an bi kîsikek ard an jî bi kîsikek xwarinê vedigerin, li ku derê dibin û çi bikin mirin li dû wan e."

(bb)