Şêx Reûf: Kongreya Silêmaniyê pirsgirêk nîqaş kir û li ser gavên pratîkî xebitî

Siyasetmedarê Kurd Burhan Şêx Reûf destnîşan kir ku di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî ya li bajarê Silêmaniyê de pirsgirêkên girêdayî jinan û ciwanan û mijarên wekî xurtkirina hevkariya Kurdî - Erebî hatin nîqaşkirin, her wiha gavên pratîkî yên van mijaran hatin nîqaşkirin. Şêx Reûf diyar kir ku beşdaran ji bo pêkanîna edalet û aramiyê girîngî da pêkanîna demokratiya civakî ya herêmê.

Şêx Reûf: Kongreya Silêmaniyê pirsgirêk nîqaş kir û li ser gavên pratîkî xebitî
31 tebax, 2025   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 4 rojên dawîn de Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Di kongreyê de siyasetmedarên Kurdistanî, Iraqî, Erebî û navneteweyî beşdar bûn. Di kongreyê de panel û nîqaş hatin kirin û di dawiyê de rapor hat aşkerekirin.

Di roja yekê de pirsgirêkên girêdayî jinan hatin nîqaşkirin, di rojên din de jî mijarên li ser ewlehî, aramî û zehmetiyên civakî û siyasî yên li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.

Siyasetmedarê Kurd û endamê Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Burhan Şêx Reûf ji ajansa me re diyar kir ku kongre ji bo xurtkirina nirxên demokrasî û edaleta civakî xwedî girîngiyeke mezin bû û derfet li pêşiya nîqaşkirina pirsgirêkên heyî vekir.

PIRSGIRÊKÊN HEYÎ

Şêx Reûf diyar kir ku di kongreyê de kongreyeke biçûk ji bo jinan hat lidarxistin û ev jî gaveke pir girîng bû, her wiha mijara rûniştandina biratiya Kurd - Ereb li herêmê û pêşxistina pêvajoya aştiyê hatin nîqaşkirin. Şêx Reûf got ku teqezî bi rola jinan û ciwanan hat dayîn.

Şêx Reûf diyar kir ku di kongreyê de diyalogên cûrbecûr ên li ser peydakirina çareseriyan ji bo pirsgirêkên jinan û xurtkirina hevkariya civakên ji hev nêzîk, hatin kirin.

GIRÎNGIYA LIDARXISTINA KONGREYÊ LI SILÊMANIYÊ

Şêx Reûf wiha domand: "Lidarxistina kongreyeke wiha li Silêmaniyê peyameke siyasî û exlaqî ya hevdîtina tecrûbeyên demokrasiyê yên li herêmê, cîhana Erebî û cîhanê nîşan dide. Nexasim tecrûbeya Kurdistanê ya ku YNK û partiyên komunîst ên din di 50 salan de nûnertiya wê dikin."

Şêx Reûf destnîşan kir ku êdî Kurd û YNK'ê di vê projeyê de hevkar in û got: "Ev partî tu carî di sînorên erdnîgarî de nehatibû qeydkirin. Ev partî xwedî mekaneteke navneteweyî ye û di nav partiyên demokrasîxwaz û yên ku parastina mafên mirovan û aştiyê dikin de, cih girtiye. Ev jî li ser şopa serok Celal Talebanî ye yê ku bibû aştîxwaz û dengekî xurt di tevgera komunîst a cîhanê de."

NÛJENKIRINA DEMOKRASIYA CIVAKÎ

Şêx Reûf diyar kir ku pirsgirêka Filistînê mijareke sereke ya kongreyê bû û tê de bal hat kişandin li ser zehmetiyên gelê Filistînê û binpêkirinên Îsraîlê û hewldanên wê yên guhartina nasnameya Erebî ya Filistînê.

Beşdarên kongreyê bang li hemû gelên herêmê û cîhanê kir ku li hemberî van siyasetan bisekinin.

Şêx Reûf got ku mijarên zehmetiyên ewlehiyê yên li herêmê jî hatin nîqaşkirin û bang li serokpn partiyan kir ku rewşa siyasî û ya ewlehî li cîhana Erebî nîqaş bikin û rêbazên pêkan peyda bikin.

(mh)

ANHA