Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir

Bi dirûşmeya “Bi ruhê neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” Yekemîn Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê li navçeya Til Birakê ya Hesekê dest pê kir.

Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê dest pê kir
10 mijdar, 2023   12:58
HESEKÊ

Bi sedan ji pêkhateyên kantona Qamişlo û Hesekê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bûne. Festîval li ser girê dîrokî yê li navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Hesekê tê lidarxistin. Li wir 4 konên ku di bin her yekî de çanda pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hatine nîşandan, hatine vedan.

Festîvalê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dê li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê, li ser navê Meclisa Civakî ya Ermen hevserokê meclisê Îmad Teteryan, li ser navê pêkhateya Suryan Gabî Îşo û bi navê pêkhateya Kurd jî dê Îlyas Şêxo, bi navê lêvegerên çandî jî Sumeya Mihemed dê axaftinan bikin.

Piştre dê komên çand û hunerê derkevin ser dike.

(c)