Artêşa Tirk gundên Amêdiyê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kirin. Di encama êrişê de guleyek bi mala welatiyek gundê Berçî ket.

Artêşa Tirk gundên Amêdiyê topbaran kirin
10 mijdar, 2023   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine standin îro dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê ya ser bi Dihokê daye ber topan.

Gorî agahiyan di êrişê de topek bi mala welatiyek ya li gundê Berçî ya ser bi Amêdiyê ketiye.

Li gorî heman agahiyan ji ber êrişê ziyanek mezin gihiştiye xanî, lê tiştek bi kesê nehatiye. Nehat zanîn dewleta Tirk a dagirker ji baregehên di nava Başûr yan jî ên di nav Bakurê Kurdistanê de, herêmê daye ber topan.