Festîvala Çanda Netewa Demokratîk a 2’emîn tê lidarxistin

Bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û hevkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Festîvala Çanda Netewa Demokratîk a 2’emîn, tê lidarxistin. Dê pêkhateyên kantona Cizîrê bi çand û hûner, kel û pelên çanda xwe ya gelêrî, cil û berg, xwarinên û vexwarinên gelêrî beşdarî mihrîcanê bibin.

Festîvala Çanda Netewa Demokratîk a 2’emîn tê lidarxistin
25 cotmeh, 2025   13:42
QAMIŞLO

Bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û hevkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Festîvala Çanda Netewa Demokratîk a 2’emîn, bi dirûşma “Bi Pirrengiya Çandên Me, Emê Sûriyek Demokratîk Ava Bikin” tê lidarxistin. Mihrîcan di 29’ê Cotmehê (2025) de, li Girê Moza (Orkêş) ya girêdayî bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Mihirîcan di demijmêr 09.30’an de dest pê dike. Komîteya Amedekar bernameya mihrîcanê bi 4 zimanan (Kurdî, Erebî, Sûryanî û Ermenî) par ve kir. Dê mihrîcan rojekî bidome.

Bernameya mihrîcanê wiha ye;

“Vekirin

Gotinên Rêveberiya Xweser

Axaftinên Komîteya Amedekar

Pênasekirina Girê Orkêş

Koma Dîret El Furat a Tebqayê

Koma Govendê ya Gulan Zelal a Hîlala Zêrîn

Koma Ertsax a Ermeniya

Koma Cûdî ya Kurdî

Dayîna Xelatan

Tevlîbûna Pêşangeha Pêkhateyan”

Dê pêkhateyên kantona Cizîrê bi hûner, kel û pelên çanda xwe ya gelêrî, cil û berg, xwarin û vexwarinên xwe yên gelêrî beşdarî mihrîcanê bibin. Ji bo pênaseya çanda û hunera her pêkhateyekê dê konek bê danîn. Di bin kon de xwarin û vexwarinên gelerî yên wê pêhateyê, nan û karên destan bên çêkirin.

(bî)

ANHA