Hikumeta veguhêz ji bo razîkirina dewleta Tirk dîrokê berevajî dike

Lêkolîner û dîroknasan guhertinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di materyalan de dike, rexne kirin û got armanca wan razîkirina dewleta Tirk e. Di materyalên perwerdeyê de rewşenbîrên Ereb ên di 1916’an de li Meydana Mercê ya Şamê û Beyrûtê ji aliyê Dewleta Osmanî ve hatin darvekirin, wek hevkarên Fransa û Brîtanyayê hatine pênasekirin.

Hikumeta veguhêz ji bo razîkirina dewleta Tirk dîrokê berevajî dike
25 cotmeh, 2025   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşeke pirtûka dîrokê a refa 8’an a pergala perwerdeyê ya hikumeta veguhêz, bû mijara nîqaşeke berfireh. Di beşê de rewşenbîrên Ereb ên sala 1916’an de li meydana Mercê ya Şamê û li Beyrûtê ya Lubanê bi destê dagirkeriya Osmanî hatin darvekirin, li şûna şehîdan, wek xayîn û hevkarên Fransa û Brîtanyayê hatine pênasekirin. Ji ber darvekirina wan roja 6’ê Gulanê li Sûriye û Lubnanê wek “Cejna Şehîdan” dihate pênasekirin.

Lê di pirtûkên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de rewşenbîrên bi destê Cemal Paşayê Sefah hatine darvekirin, wek plangeran hatine pênasekirin. Bi vê jî dixwazin darvekirina wan rewa nîşan bidin.

Beriya ev guhertin pêk were, di meha derbasbûyî de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê roja 6’ê Gulanê ku wek Cejna Şehîdan dihate pênasekirin, ji nava rojên fermî yên dewletê rakir. Ew roj berê betlaneya fermî bû.

Lêkolîner dibêjin armanca dewleta Osmanî wê demê têkbirina tevgera azadî ya erebî bû. Di wê demê de li Sûriyeyê 8 û li Lubnanê 14 rewşenbîrên Ereb hatin darvekirin. Ji wir êdî şoreşa erebî ya mezin a li dijî dewleta Osmanî dest pê kir.

Çavdêr dibêjin hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo razîkirina dewleta Tirk detayên dîroka xwe didon guhertin.

(dc)