Lêkolînerê Misrî: Azadiya Abdullah Ocalan ne pirsgirêkek takekesî ye

Lêkolînerê Misrî Ilhamî El Milêcî diyar kir ku Tirkiye bi zanebûn bersivdayîna banga Rêber Abdullah Ocalan dereng dixe û got, “Azadiya Abdullah Ocalan ne pirsgirêkek takekesî ye”

Lêkolînerê Misrî: Azadiya Abdullah Ocalan ne pirsgirêkek takekesî ye
11 îlon, 2025   03:40
NAVENDA NÛÇEYAN
GIVARA ŞÊX NÛR

Li Tirkiye û derveyî welêt pirsên di derbarê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan de, zêde dibin, bi taybet piştî ku Tirkiyê rê neda Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ku serdana Imraliê bike. Lêkolînerê Misrî Ilhamî El Milêcî der barê mijarê ji ajansa me re axivî.

El Milêcî destnîşan dike ku tecrîd ne tenê biryarek ewlehiyê ye, lê amûrek siyasî ye ji bo birêvebirina alozyê. Her wiha da zanîn ku Enqere "ditirse ku projeya Ocalan, a li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya di navbera gelan de, dê bibe hêzek zextê ya bi bandor. Ji ber vê yekê, Enqere li gorî rewşa siyasî carana tecrîdê kêm dike carna giran dike, da ku înîsiyatîf di destê dewletê de dimîne."

Derbarê astengkirina serdana Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî, ku ji 51 endaman pêk tê, bo Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, El Milêcî da zanîn ku ev yek hewldanek eşkere ji bo reva ji berpirsyariya xwe ye. Destûrdayîna serdanek wisa dê wekî pejirandina rola Ocalan ya sereke di her pêvajoyek aştiyê de were şîrovekirin, dewlet jê vê naxwaze, ew tenê dixwaze hevîtin bi rêya kanalên sînorkirî pêk bê, wekî şandeyên Dem Partiyê û Partiya Demokratîk a Gelan.

Lêkolînerê Misrî vê nêzîkatiyê wekî "revek bi zanebûn" ji pêvajoya aştiyê bi nav dike, û da zanîn ku çareseriyek rastîn hewceyê destûrek nû ye ku bibe egera wekheviyê, sererastkirina pergala ewlehiyê ya dewletê, û çareserkirina pirsgirêka "girtina hetahetayê ", ku berê ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî ve hatiye şermezarkirin.

Li ser asta navxweyî El Milêcî got ku roleke girîng dikeve ser milê tevgerên demokratîk, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ku bi bi berdewamî zextê bikin da ku Tirkiyê hin gavên şênber bavêje, weke rêkûpêkirina serdanên parêzer û malbatan bo Îmraliyê, avakirina mekanîzmayek adil ji bo nirxandina cezayên hetahetayê, destnîşankirina demekî diyar ji bo pêkanîna reforman, û xebatên komisyona perlementoyê bi awayekî zelal werin ragihandin.

Li ser asta navneteweyî, El Milêcî diyar kir ku hezkiriyên Rêber Abdullah Ocalan li çaraliyê cîhanê xwedî derfetên bi bandor in, bi taybet dikarin bi rêya Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Ewropayê zextê bikin, her wiha bi rêya kampanyayên medyayê û çalakiyên gelêrî nîşan didin ku azadiya wî ya fîzîkî ne pirsgirêkek herêmî ya Kurd e, lê belê mifteya aştî û aramiya berferth li Tirkiyeyê û herêmê ye.

El Milêcî di dawiyê de got ku domandina tecrîdê û astengkirina serdana Komisyona Parlementoyê "paşxistina siyasî ya bi zanebûn e û da zanîn ku ev siyaset dê dengên ku banga aştiyê dikin bêdeng neke, ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan êdî ne pirsgirêkek takekesî ye, lê belê şertekî sereke yê çareeriyê ye li Tirkiyeyê û herêmê.

(k)

ANHA