Fermandarekî QSDˊê: Em pabendî pêkanîna ewlehî û aramiyê ne

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid El Hadî hişyarî li ser bilindkirina êrişên şaneyên çeetyên DAIŞˊê da, ku li ser ewlehiyê herêmê xeterî ye û got QSDˊê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî xebatên bidawîlêanîna şaneyên çeteyên DAIŞˊê didomîne.

Fermandarekî QSDˊê: Em pabendî pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
31 cotmeh, 2025   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid El hadî di daxuyaniyek bi dîmen de diyar kir ku QSDˊê performansa erkên xwe yên parstina şêniyan û misogeriya ewlehî û îstîqrarê li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî zêdebûna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˊê, dewam dike.

El Hadî aşkera kir ku hêz hewlên xwe yên dawîlêanîna van şaneyên çeteyan didomînin û destnîşan kir ku şênî û civakên xwecihî di parastina ewlehî û aramiyê de şirîkên rastîn in. El Hadî anî ziman ku QSDˊê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî re bajarê Reqayê ji destê DAIŞˊê rizgar kir û ev hêz nahêlin careke din DAIŞ vegere.

Di dewama daxuyaniya xwe de El Hadî da zanîn ku xebata ji bo jinûve avakirina Reqa û peydakirina xizmetguzariyên bingehîn, pêşxistina ewlehiyê ji bo misogeriya îstîqrara mayînde di astên bilind de ye û QSDˊê pabend e Sûriyeye aram û demokratîk ava bike ku siberojeke ewleh ji nifşên bê re misoger bibe.

El Hadî pêkanînên hin komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê weke girtina rêyan ku bandoreke neyênî li ser jiyana sivîl û tevgera veguhastin û bazirganiyê dike, şermezar kirin.

Di dawiyê de Ayid El hadî got şaneyên DAIŞˊê hîna li herêmên rojhilat çalak in, lê QSDˊê bi hevkariya hevalbendên xwe di demek berê de gelek serçeteyên wê tune kirin û girtin û amade her li hember gefên terorîst bisekine.

(fr)