Li Reqayê kesê xwe efserekî ewlehiyê nîşan dida hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê kesê xwe wek efserekî ewlehiyê nîşan dida, her carê bi navekî bû, û kiryarên sextekarî, xapandin û diziyê dikirin, girt.

Li Reqayê kesê xwe efserekî ewlehiyê nîşan dida hat girtin
Li Reqayê kesê xwe efserekî ewlehiyê nîşan dida hat girtin
Li Reqayê kesê xwe efserekî ewlehiyê nîşan dida hat girtin
31 cotmeh, 2025   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hêzan kesê xwe weke efserekî nîşan dide û li ser gel xapandin dikir, hat girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Roja Çarşemê (29 Cotmeh 2025) kesê bi navê Xelîl Îbrahîm Nehman ku navê “Hogir” li xwe kiriye û xwe weke efserekî ewlehiyê nîşan dida, sûcên sextekarî, xapandin û diziyê dikir, hat girtin. Ev yek piştî gelek gilî û gazincan ji xwediyên dikanên bazirganiyê yên bajêr, hate kirin.

Tawanbar xwe weke berpirsên ewlehiyê û rêveberên saziyên sivîl û leşkerî nîşan dida û ev nav ji bo xapandina xwediyên dikanan bi kar dianî. Ji ber ku her carê xwe bi navekî nû; ji navên fermandar an jî rêveberan xwe nîşan dida.

Piştî lêkolîneke berfireh, berhevkirina agahiyan û vegerandina dîmenên kamerayên çavdêriyê, nasnameya kesê girtî hate naskirin û ew bi navê Xelîl Îbrahîm Nehman e, piştî girtin û lêpirsînê, wî tawanên kirine îtîraf kirin.

Hejmarek tişt pê re hatin desteserkirin, di nav wan de kelûpelên malê û zêrên sexte.

Hêzên me tekez kir ku ji bo eşkerekirina hûrgiliyên li ser çalakiyên tawanbar û alî yan jî kesên ku dibe ku bi wî re di kiryarên sextekarî û xapandinê de beşdar bibûn, lêpirsîn dewam dike."

(fr)