Dewleta Tirk Şengal bombebaran kir: Sadûn Mîrza Elî şehîd bû

Rêveberiya Xweser a Şengalê, êrişa dewleta Tirk a dagirker a di navbera gundê Werdiyê û Ziravikê de kir, bi daxuyaniyekê şermezar kir û da zanîn ku di êrişê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku bavê 3 zarokan e şehîd bûye.

Dewleta Tirk Şengal bombebaran kir: Sadûn Mîrza Elî şehîd bû
29 sibat, 2024   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê, êrişa dewleta Tirk a dagirker a di navbera gundê Werdiyê û Ziravikê de kir, bi daxuyaniyekê şermezar kir û da zanîn ku di êrişê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku bavê 3 zarokan e şehîd bûye. Her wiha hate zanîn ku birayekî şehîd Sadûn Mîrza jî şehîd e.

 Li Şengalê îro saet di derdora 13:00’an de, di navbera gundên Werdiyê û Ziravikê yên bi ser bajarokê Tilezêrê de, balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan bombebaran kir. Der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker de Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber Meclisa Gel a Sinûnê bi beşdariya nûnerên saziyan û xelkê Şengalê daxuyaniya çapemeniya da.

 ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN, EM TERKA ŞENGALÊ NAKIN’

 Endamê Meclisa Gel a Zorava Nemir Pûko di destpêka daxuyaniyê de da zanîn ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî yê bavê 3 zarokan e şehîd ketiye û wiha axivî: ‘’Em ji dewleta Iraqê re dibêjin ka serweriya te ku tu asîmanê xwe biparêzî? Em ji dewletên navneteweyî re dibêjin, ka demokrasiya we? Ji dema fermanê heya roja me li Şengalê êriş li ser êrişê berdewam dike. Lê em dibêjin em ê bi şehîdên xwe bihêztir bibin. 5 hezar sal e me ziman, ol, ax parastiye. Em ê heya dawiyê li ber xwe bisekinin.”

 Nemir Pûko destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker ku di fermana 2014’an de dixwest bi destê çeteyên DAIŞ’ê êzidiyan tune bike, niha êrişên xwe yên qirkirina civaka êzidî berdewam dike û got: “Em ji raya giştî re dibêjin, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û terka Şengalê nekin.”

 ‘YÊN ÊRIŞÊ ME DIKIN, HEVALÊN DAIŞ’Ê NE’

 Hevseroka PADÊ Macîda Dexîl jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Her roj êrişê me dikin lê em serî danaynin. Em ê li hemberî êrişan gavên xwe xurtir bavêjin. Em bi şehîdan kêm namînin, em ê bêtir xurt dibin. Yên ku li ber derê malên me êrişên zarokên me dikin hevalên DAIŞ’ê ne. Em dewleta Tirk jî, dewleta Iraqê jî bi tundî şermezar dikin. Destê wan di vê êrişê de heye. Em bi xwîna şehîdên xwe serbilind in û em dest ji vê dozê bernadin.”

 Hevseroka PADÊ Macîda Dexîl her wiha bi bîr xist ku ev êriş di salvegera şehadeta fermandarê Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo de pêk hatiye û got: “Em li ber van êrişan dest danaynin û em ê ji berê zêdetir li ser kar û xebatê xwe bin.”