Ferhad Têlo: Daxuyaniyên dijminane yên dewleta Tirk ji bo têkbirina diyalogan in

Sekreterê giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo got zêdekirina gotinên dijminatiyê yên rayedarên Tirk ên li dijî Kurdan, hewldaneke ji bo têkbirina diyalogê ye.

Ferhad Têlo: Daxuyaniyên dijminane yên dewleta Tirk ji bo têkbirina diyalogan in
26 cotmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Sekreterê giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo li ser zêdebûna daxuyaniyên dijminane yê rayedarên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, ji ajansa me re axivî.

Ferhad Têlo destnîşan kir ku zimanê dijminatiyê yê ku desthilata Tirk li dijî Kurdan bi kar tîne, îdiayên wê yên derew ên li ser aştiyê radixe ber çavan û got çareseriya rasteqîn di pejirandina projeya neteweya demokratîk de ye ku li ser esasê hevpejirandina gelan e.

Têlo anî ziman ku zimanê dijminatiyê yê partiyên Tirk ne nû ye û got: "Bikaranîna vî zimanî piştî banga Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev yek jî dide diyarkirin ku rêzdariya li pirrengiya çandî û nasnameyî ya li hundirê Tirkiyeyê, bi taybetî der barê pirsgirêka Kurd de, tune ye."

Têlo diyar kir ku "dewleta kûr" a li Tirkiyeyê siyaseta navxweyî bi rê ve dibe û di navbera gelên herêmê de krîz û nakokiyan derdixe û got ev yek di dijminatiya berdewam a li dijî hebûna Kurdan de, her wiha di çewisandina mafên wan de diyar dibe.

Ferhad Têlo îşaret pê kir ku Tirkiye ji gelek nasname û çand; Kurd, Ereb, Suryan, Yewnan û Lazan pêk tê, lê li ser esasê jiholêrakirina van çandan ava bû. Her wiha da zanîn ku bi avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û têkoşîna wê yê domdar re Kurdan li ber xwe da, serhildan li dijî desthilata Tirk kirin û daxwaza mafên xwe kirin.

Sekreterê giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê anî ziman ku partiya wî li dijî gotinên nefret û provokasyonê yên li diîj gelan e û ev li gotinên xwe zêde kir "Divê partiyên Kurd di bernameya xwe ya siyasî de tişta ku dijberiya dewleta Tirk dike, pêşkêş neke, lê belê ji bo sepandina ewlehî û aştî û demokrasiyê de bixebitin ku her ferdek bi nasname û mafên xwe bijîn û zimanê diyalogan di navbera hemûyan de were pêşxistin. Em cîran in. Dijminahî ne çareserî ye. Divê zimanê nefret û kîndariyê ji holê were rakirin û neteweya demokratîk, aştî û biratiyê di hundirê Tirkiyeyê de esas were girtin.”

Ferhad Têlo diyar kir ku armanca partiya wan jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Dibe ku hin partiyên Kurdan ji siyasetên çewsîner ên dewleta Tirk ditirsin, lê bi nêrîna min dikarin hişmendiya dewletê biguherînin. Ji bo vê yekê jî îradeyeke xurt ji bo ragihandina fikrê vekirî û ragihandina dengên Tirkên alîgirên diyalogan pêwîst dikin."

Têlo bi bîr xist ku dewleta Tirk bi dehan salan hewl da nasnameya kurdî ji holê rake û hebûn û mafên wan înkar dikir, lê îro serwext bû ku gelê Kurd nayê înkarkirin û ziman û morale Kurdan nayên têkbirin û Kurd xwediy dozê ne, armanc ji daxuyaniyên provokatîf ên hin partiyên Tirk dê negihêjin serî.

Têlo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got “tevî kelemên ku hin alî çêdikin, pêvajo berdewam e”. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku aloziya ku Tirkiye tê de ye ji xîtabeke provokatîk kûrtir e, ji ber ku welat di nava pirsgirkên navxweyî yên siyasî û aborî de ne, zêdetirî vê yekê parçebûn di nava AKP’ê de heye.

Ferhad Têlo diyar kir ku Tirkiye niha neçar e xwe û zîhniyeta xwe ji nû ve binirxîne, nemaze piştî bûyerên 7’ê Cotmehê yên li Xezayê, hilweşîna desthilatdariyên wekî Hemas, Hizbullah, Hûsî û Baasiyan û êrişên li ser Îranê û got: "Tirkiye fêm dike ku herêm diguhere û neçar e diyalogan bike û dest ji polîtîkayên xwe yên tepeserkirinê berde."

Ferhad Têlo di dawiya axaftina xwe de got: “Rêber Abdullah Ocalan projeyek ji bo aştî, demokrasî û biratiya gelan pêşkêş dike, lê rayedarên Tirkiyeyê îdeolojiyek li ser bingeha zilm û înkarkirina mafan pejirandiye. Hemû partiyên Kurdî daxwaza modela neteweya demokratîk dikin, ev model li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye rastiyek berbiçav û divê li Tirkiyeyê jî were bicîhanîn. Em di qonaxek hesas re çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be, çi jî li çar perçeyên Kurdistanê be re derbas dibin. Pêdiviya vê qonaxê bi yekkirina gotina kurdî, kurdistanî, erebî û suryanî heye ku her kes ji mafên xwe yên siyasî, destûrî û zimanî sûd werbigire û welatekî ava bike ku her kes bê cudahî di maf û erkên xwe de wekhev be.”

(bb)

ANHA