Di topbaranên çeteyan û hêzên Şamê de kuştî û birîndar

Di encama topbarana navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de 32 kuştî û birîndar hene, ji wan leşker û sivîl in.

Di topbaranên çeteyan û hêzên Şamê de kuştî û birîndar
17 kanûn, 2023   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê vê êvarê bajarê Îdlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de ye, topbaran kir, di encamê de 14 sivîl birîndar bûn.

Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El Şam nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li eniya girê Şîr Sehab a herêma Cebel El Ekrad a bakurê bajarê Laziqiyê hedef girtin û di encamê de 5 leşker, ji wan serbaz hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê topbarana çeteyan a li dijî bajarokên Nubil û Zehra yên Helebê bersivand û bajarê Daretezê û bajarokê Ebzîmo yên girêdayî wî topbaran kir û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 din birîndar bûn.

(mh)