Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin

Li bajarokê Tîba yê başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin.

Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin
7 nîsan, 2025   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Lubnanê ragihand ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Tîba yê başûrî welat motorsîklêtek bombebaran kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişê de welatiyek hatiye kuştin.

Radiyoya ser bi artêşa Îsraîlê ve ku agahiyên xwe ji rayedarên ewlehiyê wergirtine jî, da zanîn kesê li ser motorsîklêtê hatiye hedefkirin, endamekî Hizbullahê ye.

Balafireke bêmirov a Îsraîlê duh li herêmeke çandiniyê di navbera bajarokên Zebqîn û Şîêtiyê de buldozerek kir hedef. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee ragihand ku balafireke hêzên hewayî li devera Zabqînê ya li başûrê Lubnanê êrişî 2 endamên Hizbullahê kiriye.

(bb)