Di bersivdana şervanên Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin

Şervanên Meclisên Leşkerî yên Minbic û Babê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Minbicê û gundewarên wê şikandin û bi dehan çete kuştin û birîndar kirin.

Di bersivdana şervanên Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin
8 kanûn, 2024   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên Meclisên Leşkerî yên Minbic û Babê bersiva çeteyan didin, di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rûpelên girêdayî çeteyan wan rûberên fireh ji Minbicê xistine bin kontrola xwe, lê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê teqez kir ku hêzên wan bi rê û rêbazên leşkerî yên cuda herêm û xelkê wê diparêzin û bersivê didin êrişan.

Piştî çete di êrişên xwe de bi bin ketin, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên leşkerî avahiya desteyeke Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê bombebaran kir.

(fr)