Xwendekarên serkeftî: Parastina zimanê kurdî berpirsyariya nifşên nû ye

Hejmareke xwendekarên li bajarê Qamişlo ku di ezmûnên materyalên Rêveberiya Xweser de pileyên bilind bi dest xistine, diyar kir ku serkeftina zanistî ji parastina zimanê kurdî nayê veqetandin, domandina xwendina bi zimanê kurdî û parastina wî berpirsyariya nifşên bê ye.

Xwendekarên serkeftî: Parastina zimanê kurdî berpirsyariya nifşên nû ye
5 tîrmeh, 2026   04:52
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Rêveberiya Dibistanan a Rêveberiya Xweser li bajarên herêma Cizîrê 23`yê Hezîranê bawernameyên xwendekarên seretayî, navîn û amadehî yên sala xwendinê ya 2025-2026`an belav kirin. 

Bi hezaran xwendekar bi pileyên bilind bawernameya xwe wergitin û diyar kir ku serkeftina wan girêdayî xwendina bi zimanê dayikê ye. Parasina zimanê kurdî beşeke sereke ya berpirsyariya wan a li hember nasname û siberoja wan e.

‘PARASTINA ZIMAN BERPIRSYARIYA ME YE’

Xwendekara refa 9`an Pêla Mehmûd got: “Tenê min pileyek winda kir, daxwaza malbata min bû ku ew ji refa yekemîn heta ya 9`an bi Kurdî bixwînim, sal bi salê girêdana min pê zêdetir bû.”

Pêlayê ev yek anî ziman: “Naskirina zimanê Kurdî mafeke resen e, diviyabû ji zû ve hatibûya naskirin. Lê me digot `heta ku bi awayeke fermî nehatibe naskirin jî em ê xwendina xwe bidomînin. Gotina `Kurdî bê pêşeroj e` jî nehişt ku em ji rêya xwe vegerin û em ji gava xwe bawerbûn. Xwendina bi zimanê xwe yê dayîkê besî min e, hêviya min a mezin jî ew e ku ez li zanîngehê jî bi Kurdî bixwînim.”

Pêla Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hesteke xweş e ku ez bi zimanê xwe bixwînim û biaxivim. Parastina ziman berpirsyartiya me ye, zimanê Kurdî bi ked û jankêşiyeke giran, xebat û xewnên şehîdan gihiştiye roja me ya îro. Divê em li hemberî wê sozdar bin û ez ji hemû xwendekaran dixwazim ku zimanê xwe biparêzin.”

Xwendekara refa 9`an Hêlma Ednan Hesen jî got: “Bi xwendina zimanê Kurdî, hêviya min bû ku serê malbata xwe û gelê xwe yê Kurd rakim. Ez fêrî zimanên dîtir jî bûm, lê her min xwest ku Kurdî bimîna ya herî girîng. Ez ê pêşkevim û ji bo ku xizmeta gel û welatê xwe bikim, ez ê bibim bijîşk. Ez beşdarî gelek pêşbirkên bi ziman Kurdî bûm û ez bi ser ketim.”

Hêlma Hesen ev li gotina xwe zêde kir: “Bi rêya me wekî xwendekar wê zimanê Kurdî bighêje astên bilind. Ez hêvî dikim ku xwendekarên me her dem bi Kurdî bixwînin û zimanê wan ê dayîk bibe zimaneke sereke.”

‘EM DEST JI ZIMANÊ XWE BERNADIN’

Xwendekara refa 12`an Ezîza Hesen got: “Ez ji qonaxa seretayî bi Kurdî dixwînim, zimanê me hebûna me ye, ji bo pêşketinê em pê dixwînin. Em ê niha jî zanîngeha xwe jî bi Kurdî bixwînin.”

Ezîza Hesen wiha dom kir: “Ez xwendina bi zimanê dayîkê, pîroz dibînim, pê kêfxweş û serbilind im. Malbata min ji bo xwendina bi zimanê dayîkê piştgir bû. Hebûna mirovan girêdayî zimanê wan e, heke parastina zimanê xwe nekin hebûna wan ji holê tê rakirin.”

Ezîza diyar kir ku zimanê Kurdî ji bo xwendekaran zimanekî hêsan e, mamoste jî ji bo ku bighînin astên bilind kedeke mezin dan û wiha dewam kir: “Xewneke min ku ez beşa bijîşk li zanîngehê bixwînim, ji ber vê yekê heke bê qebûlkirin, an neyê qebûlkirin jî ez dest jê bernadim. Ez spasiya mamosteyên xwe dikim.” ".

Xwendekarê refa 12`an beşa zanistî Cûdî Mihemed jî got: “Ji zarokatiyê vee z bi zimanê Kurdî dixwînim, min hêdî hêdî xwe pêşxist. Ji ber em bi zimanê xwe fêm dikin û ya herî nêz ji bo me ye, em dixwazin xwendina xwe ya zanîngehê jî bi zimanê xwe yê Kurdî bikin.”

Cûdî bi gotina `Di mirovan de mora qederê ziman e` axaftina xwe bi dawî aniyê û da zanîn ku ew dixwazin zimanê Kurdî di destûrê de bi awayeke fermî bê naskirin.

(sb)

ANHA