‘Ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Sûriyeyê sîstemeke demokratîk e’
Siyasetmedaran diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk heye ku daxwazên gel di hemû waran de pêk bîne. Siyasetmedaran ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek sîstemeke demokratîk a Sûriyeya nû nirxand.
Piştî rûxandina rejîma Esed di Kanûna 2024`an de, li Sûriyeyê guhertinên kûr ên siyasî û civakî çêbûn, bi van guhertinan re hêviyên gel ji bo sîstemeke piralî û demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêk bîne û rûmeta wan biparêze, zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de, siyasetmedarên kantona Reqayê diyar kir ku cihêrengiya çandî û olî ya Sûriyeyê ferz dike demokrasî wek vebijêrka herî baş ji bo Sûriyeya nû were pejirandin.
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Besam El Hemed diyar kir ku Sûriyeyê di qonaxeke derbasbûnê a krîtîk de derbas dibe, ku tê xwestin şêwazeke nû ya jiyanê werek avakirin ku ewlekarî û aramiya siyasî, aborî û civakî pêk bîne û di heman demê de rûmeta mirovî ji bo her kesî dabîn dike.
Besam El Hemed anî ziman ku rewşa niha daxwazên gelê Sûriyeyê nîşan nade û behsa roja Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi rêya projeya Neteweya Demokratîk jiyana hevbeş geş kir û hişt ku hemû civak bi azadî çand û olên xwe pêk bînin. Herwiha behsa rola sereke ya jinan kir di vê ezmûnê de, ku di warên cuda de pêşkeftinên berçav pêk anîn.
Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a kantona Reqayê Eyşa Çawîş, bal kişand ser hewlên hin hêzan, mîna Heyet Tehrîr El Şam, ji bo çêkirina dubendiyê di nav civaka Sûriyeyê de piştî rûxandina rêjîma berê.
Eyşa Çawîş tekez kir ku divê hikumeta nû mozaîka Sûriyeyê ya cihêreng nîşan bide, ku hemû pêkhateyên etnîkî, olî û zimanî, di nav de Kurd, Ereb, Suryan û yên din tevlî saziyên perwerdeyî û çandî bibin. Eyşa her wiha hewlên biçûkxistina jinan di "hikumeta nû de" rexne kir û tekez kir ku Rêveberiya Xweser nimûneyeke pêşketî ye nûnertiya jinan ji sedî 20 di saziyên xwe de pêk aniye.
Endamê PYD`ê Menaf El Îsa li kantona Reqayê, bal kişand ser rewşa aloz a siyasî li Sûriyeyê, û da zanîn ku xelk bêtir agahdar bûne û bi tiştên ku li derdora xwe diqewimin tê digihêjin û dixwazin bi awayekî rasterast beşdarî avakirina siberoja xwe ya siyasî bibin.
El Îsa diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk a berfireh heye ku daxwazên gel di hemû waran de pêk bîne, bi taybet piştî ku siyasetên tundrew yên olî û etnîkê têk çûn
El Îsa ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek modeleke şaristanî, demokratîk nirxand. Her wiha bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî, piralî û dadmend, li çanda neteweya demokratîk xwedî derkevin.
(k)
ANHA