Divê gelên Sûriyeyê xwedî mafê gotin û rayeyê bin – RAUF KARAKOÇAN

Avaniyên desthilatê yên hiyerarşîk ên ku gelên Rojhilata Navîn ji dema derketina sîstema şaristaniya navendî û vir ve pê re rû bi rû ne, êdî ketine pêvajoyekê ku divê were derbaskirin. Netewedewletên ku di sedsala dawîn de ava bûne, bi derbeyên leşkerî re veguherîne dîktatoriyên ku hev dixwin.
Rêveberiyeke faşîst a desthilatdar diqede lê yeka din tê. Gelên Rojhilata Navîn di nava lepên nnetewedewletan de bêzar bûne. Hema hema ji petrolê zêdetir xwîn ji Rojhilata Navîn derdikeve û nikare ji kaos û krîzê rizgar bibe.
Tevî ku dewleta Îranê yek ji dewletên herî qedîm e û li ser navê ol hatiye avakirin jî, ji ol, bawerî û wijdanê qut bûye û kiriye ku êdî bêhn li gelan bê çikandin. Rejîmeke despotîk e ku bi sêdarekirina mirovan hebûna xwe didomîne.
Tirkiye bi hewldanên xwe yên jiholêrakirina hindikahiyên di nava avabûna xwe de bi xwîn, komkujî, asîmîlasyon, sirgûn û gelek hewldanên din re nekariye xwe bigihîne îdeala afirandina neteweyeke yekteşe. Bi şerê ku nîv sedsal e li hember Kurdan dimeşîne, nekarî hebûna Kurdan ji holê rake. Aştiyeke mayînde piştî ew qas xwînrijandinê ji bo dewleta Tirk dê pêşketinek be. Heta dê bikare bibe welatekî nimûneyî ji bo herêmê.
Piştî ku rejîma Baasê ya Iraqê bi destwerdana derve hate hilweşandin, bermahiyeke kevneperest a xwe dispêre mezheba sunnî ma ku ji netewperestiya Ereban jî kevneperest e û mirov nikare jê re bibêje neteweperestiya Ereban. Ji zemîneke ku DAIŞ aniye dinê, rizgar nebûye. Civaka Iraqê ya piştî Sedam hê jî nehatiye ser xwe.
Her wiha serdema Filistîn û Lubnanê kuta bû lê nikaribû rê li pêş aqûbeta rêxistinên olî bigire. Di şerê herî xwîndar ên salên dawîn de pûç bûn çûn. Nebûna paradîgmaya Rojhilata Navîn a ji bo pêkvejiyanê ya komên pirçandî û olî û gelên xwedî gelek nasnameyan, veguheriye erdnîgariyeke ‘qederê’ ku nakokî, pevçûn û komkujiyên qet lê kêm nabin.
Îsraîl jî divê dev ji feraseta tim û daîm gef lê tên xwarin, berde. Dê ne siyaseteke domdar be ku Îsraîl hebûna xwe bi mayîna heta hetayê di nav şerekî de bidomîne. Divê toleransa di navbera olî de û her wiha têkiliyên biratiyê yên gelan bên dabînkirin.
Gelên li Sûriyeyê bûne yek ji gelên ku di vê deryaya xwînê de difetisin. Sûriyeya Baasê ji dîrokê hate dûrxistin, lê li Sûriyeyê jî mîna li Iraqê meydan ji bermahiyên DAIŞ'ê re ma. Lê êdî çi hikmet be, hêzên navneteweyî yên li Iraqê li dijî DAIŞ'ê şer dikin, rê dan bermahiyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê.
Li dijî civaka Elewî bêyî ku tu astengî derkevin, qirkirinê dikin. Bi hezaran Elewî qetil kirin û bi sed hezaran ji malên wan derxistin. Dûre jî êrişî civaka Durzî kirin. Bi kê bikarin, êrişî wan dikin. Sûriye di asta cîhanî de bûye qada cîhadîstan û diyar e ku dê di demên pêş de ji bo gelên hindikahî, bawerî û heta Erebên demokratîk ên sekuler xeternaktir be.
Di dîroka xwe de belkî jî cara yekê ye gelên li Sûriyeyê bi vebijêrka demokrasiyê re rû bi rû dibin. Gelên li Sûriyeyê firsenda herî baş a bicihanîna modela rêveberiya demokratîk, sîstema îdarî ya demokratîk û avakirina civaka demokratîk bi dest xistiye. Em ketine serdemekê ku demokrasî ji av û hewayê lazimtir e.
Malovanên nû yên Şamê rêveberiyek e ku ji bermahiyên DAIŞ'ê pêk tê û ji hêla hêzên navneteweyî ve têne qebûlkirin. Li hemberî vê rêveberiyê, gelên Sûriyeyê xwedî maf û hêz in ku modela herî baş ji xwe re hilbijêrin. Divê teqez bêhna demokrasiye seh bikin. Ji ber vê jî girîng e ku ji komkujiyan ders were derxistin û çanda pêkvejiyanê were geşkirin. Ji bo Sûriyeyê vebijêrka demokrasiyê firsendeke dîrokî ya jiyanî ye û divê Sûriye vê firsendê baş binirxîne.
Divê were zanîn ku ji derveyî birêxistinbûyîn û pêşvebirina xweparastina xwe tu vebijêrk nîn e. Ji ber vê yekê, dema damezirandina rêveberiyên xweser ên demokratîk e. Bi taybetî Elewî li şûna ku "mîna pezê di destê qesab de" bê parastin bin, divê hêzên xwe yên berxwedanê ava bikin. Her wiha divê Durzî mekanîzmayeke parastinê ya bi heman rengî û sîstema xwe ya xweseriya demokratîk ava bikin. Bi sûdwergirtina ji tecrubeya birêxistinbûyîna leşkerî ya mîna QSD'ê, divê xwe bigihînin hêzeke xweparastinê ya gel a bi heman rengî û heta xurttir. Nexwe jiyana kesî ne ewle nabe.
Gel bi qasî ku bibin yek xurt dibin. Ji bilî yekbûnê, şensê tu hindikahî û baweriyan nîn e ku bi tena serê xwe bijîn. Pêvajoya nû ya ku li Tirkiyeyê di navbera Kurdan û dewletê de bi pêş ketiye, hem dê bibe mînakeke girîng û hem jî li dijî tehdît û xetereyên derve pergaleke baş a parastinê. Heke pêvajo bi pêş bikeve, hem mîsogeriya hiqûqî hem jî ruhî ya biratiya gelan, dê ji bo cihêrengiya gelên li Sûriyeyê bibe modeleke çareseriyê ya nimûneyî.
Dema ku em behsa çarçoveya hiqûqî û qanûnî ya gelan dikin, divê gelên li Sûriyeyê li ser destûreke ku hebûna gelan mîsoger dike û li gorî berjewendiya gelan e, bi israr bin.
Pêwîstî bi destûrekê heye ku mafê jiyanê, îfadekirinê û birêxistinbûyînê ewle dike, her wiha xweparastinê ji bo her kesî mîsoger dike. Divê modela rêveberiya xweser a ku hemû pêkhate temsîliyeta xwe tê de dibînin, pêk were.
Bêyî rêveberiya herêmî demokrasî nabe. Bêyî demokrasiyê ewlehiya jiyanê nabe. Demokrasiya ku li Sûriyeyê bi pêş bikeve dê ji Tirkiyeyê zêdetir bandorê li Rojhilata Navîn bike. Gelên li Sûriyeyê heke demokrasiyê bi pêş bixin, dê bibin qibleya siyasî ya hemû gelê Ereb.