Komeleya Newroz têkildarî binpêkirinên li dijî Rêber Ocalan dosyayek da NY`yê

Serokê Komeleya Çandê ya Newroz a li Lubnanê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dosyayek ji serokê nivîsgeha NY`yê re pêşkêş kir.

Komeleya Newroz têkildarî binpêkirinên li dijî Rêber Ocalan dosyayek da NY`yê
15 kanûn, 2023   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komeleya Çandê ya Civakî ya Newroz a li Lubnanê Cemal Hesen ji bo piştgiriya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ku 10`ê Kanûnê bû, dosyayek ji serokê Nivîsgeha Herêmî ya NY`yê Mazin Şaqore re pêşkêş kir.

Di dosyayê de sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji dema revandinê ve û tecrîda mutleq, cezayên disîplînê yên li dijî wî hatin bibîrxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çarçoveya bernameya Komeleya Newroz a ji bo piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, ev hevdîtin a duyemîn e. Beriya çend rojan, şandeyeke komeleyê bi serokê tora cîhanê ya parastina mafên girtiyan Mihemed Sefa re hevdîtin kir.

Desthilata Tirk nahêle ne parêzer û ne jî malbat hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re çêkin.

Parêzerên wî hefteyê 2 caran serlêdanê dikin lê daxwazên wan nayên bersivandin.

Desthilata Tirk bi hinceta ewlehiyê, heta 6 mehan hevdîtina parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan qedexe kir û navaroka biryarê aşkera nekir.

(şx)