Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin

Êzidî amadekariyên Cejna Xidir Îlyas an ku ‘Cejna Bêxwîn’ dikin. Êzidî diyar dikin ev cejn têkiliya xurt a baweriya wan û xwezayê nîşan dide.

Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
Êzidî amadekariyên Cejna Bêxwîn dikin
10 sibat 2024   06:27
ŞEHBA

Civaka êzidî di minasebetên xwe yên olî û civakî de girêdana xwe ya xurt bi xwezayê re nîşan didin.

Yek ji cejnên êzidiyan Cejna Xidir Îlyas an ku "Bêxwîn" e. Dîroka vê cejnê vedigere 4 hezar sal beriya mîladê.

Li gorî baweriya êzdiyatiyê, Xidir Îlyas kesayetekî nemir e, wekî firîşteyê çandinî û baranê ye. Lewra têkiliyên vê cejnê bi çandiniyê re hene. Bi hatina vê cejnê re çandina genim û tovan dest pê dike.

Rê û resmên Cejna Xidir Îlyas dawiya meha Çileyê ya li gorî salnameya rojhilat dest pê dikin.  Rojek ji bo şûştin û paqijkirinê tê veqetandin. Di rojên Duşem, Sêşem û Çarşemê rojiya neferz dikin û xwarinên "bêxwîn" tên çêkirin. Di vê cejnê de serjêkirina sewalan û nêçîr qedexe ne. Pîrozbahiya cejnê jî roja pêncşemê tê kirin.

Jina êzidî ya bi navê Gulê Cafer a ji Efrînê koçberî Şehbayê bûye, diyar kir ku Cejna Xidir Îlyas girêdana xurt a baweriya êzidiyan û xwezayê nîşan dide.

Gulê Cafer tevî bi dehan jinên êzidî “qilîndokan” an ku genim, ceh, nok, kuncî, garis, dendikên gulberojê û nîskan sor dikin û bi destar dihêrin. Li gorî baweriyê, ev xwarin dê xêrê ji malbatê re bîne. Êzidî di rojên cejnê de beşeke qilîndokên hêrayî li nêzî pîrozgehên li malên xwe datînin.

Gulê Cafer got: "Em êzidî bi vê yekê bawer in ku eger kulfetên malbatê li ser dîtina şopekê li ser sênîka qilîndokan şiyar bibin, ev tê wateya ku Xidir Îlyas mal pîroz kiriye û dê xêr para wê be."

Di roja duyemîn a cejnê de ardê qilîndokan tevî dimsa xurmeyan dikin û ku ew jî cureyeke “bêxwînê” ye. Malbat qilîndokên tevî dimsa xurmeyan dixwe û li cîranan jî belav dikin.

Ji bo ciwanan jî taybetmendiyên vê cejnê hene. Divê ciwan (keç û xort) cureyekê anku qursikên pir şor çêkin û beriya razanê bixwin.

Li gorî baweriya êzidiyan, parçeyekî pir biçûk ê qursikên pir şor tê çêkirin. Ferz e ku keç û xort beriya razên 3 qursikan bixwin, heke di xewnê de keçek an jî xortek av bide wan, wê demê ji hev hez bikin û bizewicin.

Gotineke xweserî vê cejnê jî wiha ye: “Xidir Eliyas û Xidir Nebî, kesê ne li mala xwe bê, behrewî tê de nebê.”

(bb)

ANHA