Ji bo peydakirina dermanan sotemeniya xwe ya zivistanê difiroşin

Dagirkeran ew koçber kirin, hikûmeta Şamê dorpêç daniye ser wan, endamên malbatê hemû nexweş ketine û ji bo peydakirina dermanan sotemeniya xwe difiroşin. 

Ji bo peydakirina dermanan sotemeniya xwe ya zivistanê difiroşin
Ji bo peydakirina dermanan sotemeniya xwe ya zivistanê difiroşin
Ji bo peydakirina dermanan sotemeniya xwe ya zivistanê difiroşin
10 sibat, 2024   07:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Malbata Emîne ya ji gundê Qirigulê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, di sala 2018’an de dema dewleta Tirk û çeteyên wê herêm dagir kir, neçar man koçî Taxa Şêxmeqsud a Helebê bike. Lê vir jî ev tax jî dibin dorpêça Hikûmeta Şamê de ye. Lewma malbat di mijarên jiyanî de gelek zehmetiyan dikişîne. 

Ji ber dorpeçê li taxê peydakirina xurek, sotemenî û kehrebeyê gelekî zor e. Di ser van halan re pirsgirêken malbatê yên tenduristiyê jî zêde bûne.

Emîne ya 56 salî ji 25 salan ve nexweşa astîma ye. Keça mezin a malbatê mîna bavê xwe Mihemed Cafer (65) nexweşa dil e. Tenê keça biçûk a malbatê ne nexweş e.

Emîne Hisên (56) her roj zehmetiyan dikişîne ji bo ku heqê dermanên pêwîst ji xwe û malbata xwe re peyda bike.

Di zivistanê de astîma li Emîneyê giran dibe, ji ber wê pêwîstiya wê her tim bi germkirinê heye. Lê belê ji ber rewşa aborî ya malbatê, Emîne parçeyên caw ên ku keçên wê ji werşeya dirûnê ya tê de kar dikin tînin, xwe û malbatê pê germ bike. Lê belê bêhna ji şewitandina caw tê, rewşa Emîneyê xirabtir dike, ji ber ku yekser bandorê pergala bêhndanê dike.

 Emîneyê got ji bo ku nîşaneyên astîmayê sivik bike, 2 mehan di nav nivînan de tenê biava gulan a kelandî xwe derman kiriye.

 Hevjînê wê jî bi zehmetî tev digere, êş di sîngê wî de heye û hin caran xwîn ji pozê wî tê.

 Beriya wê, her du keçên malê heftane 150 hezar lîre ji karê xwe werdigirt û beşeke dermanan peyda dikir, lê bi girankirina dorpêçê re gelek werşe hatin girtin û xwediyên gelek werşeyan jî hejmara karkeran kêm kir. Hin werşeyên din jî destheqê heftane yê karkeran kêm kir. Ji ber wê her du keç niha heftane 100 hezar lîre hildigirin. Di encamê de malbat neçar ma ku dev ji kirîna hin pêdiviyên male berde û li şûna wê dermanê bav bikirin ku heftane derdora 300 hezar lîre ye.

 Der barê mijarê de Emîneyê got: "Me xwe ji gelek tiştan mehrûm kir ji bo ku derman peyda bikin. Gelek roj me bê xwarin derbas kiriye, ji ber ku gelek zehmet e xwarin û derman bi hev re peyda bikin."

 Emîne diyar kir ku ew neçar maye para malbatê ya mazotê ku 100 lître ye, bifiroşe ji bo ku dermanê hevjînê xwe bikire. Çaverê bû ku para her malbatekê li taxê 200 lître mazot be, lê malbatê tenê 100 lître girt û ew jî ji bo dermanan firot.

 Emîneyê da zanîn ku bijîşkan jê re gotiye ji ber zextên derûnî, bi hevjînê wê re nexweşiya dil çêbûye. Emîne jî sedema wê vedigerîne zehmetiyên ku di koçberiya ji Efrînê de kişandine.

 (şx)

ANHA