4 mehên pêngava azadiyê

Çalakiyên piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê dewam dikin, her wiha di meha 4ˊan de hemwextî salvegera 25ˊan a komploya navnetweyî dewam asta piştgiriya pêngavê bilind bû.

4 mehên pêngava azadiyê
10 sibat, 2024   04:35
QAMIŞLO

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya Pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023`yan de, pêngava navneteweyî ya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat destpêkirin. Pêngava ku li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin, li 105 navendên cûda berdewam dike.

Di çarçoveya pêngava ku 4 meh li pey xwe hiştin de ji bilî Kurdistan li 31 welatên parzemînên Asya, Ewropa, Amerîkaya Başûr, Amerîkaya Bakur û Afrîkayê bi beşadariya sedan saziyan çalakiyên wekî; meş, daxuyanî, panel, konferans, komxebat, civîn, konvedan, rojên xwedina pirtêkên Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

Me çalakiyên 4 mehên pêngavê yên derketine pêş û bandor çêkirine berhev kirin.

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ

Di 28’ê Cotmeha 2023`yan li Stenbolê rojnamevan, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr di nav de 78 kesan de deklarasyona “Banga Aştiyê” aşkera kir. Di deklarasyonê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin.

Li Amedê 172 sazî û dezgehên ku rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de di 29’ê Cotmeha 2023`yan de bi dirûşma “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” deklarasyon aşkerakirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan û parlamenterên wê bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dan.

Ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi tevlibûna deh hezaran kesan li Stenbol û Amedê di 18-19’ê Mijdara 2023`yan de Meşa Gemlîkê hate lidarxistin. Tevî hemû astengî û êrişan meş bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate kirin.

Li 106 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de girtiyan bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 2023`yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bi armanca piştgiriya çalakiya girtiyan ji aliyê malbatên girtiyan ve li gelek bajaran çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.

Komeleya Mafên Mirovan bi daxwaza şandeyekê bişîne Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di 29’ê Mijdara 2023`yan de serî li Wezareta Dadê da.

Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk dihat û di nav de hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst, nûnerên saziyên civaka sivîl ên welatên cuda Ewropayê cihdigirtin di 9’ê Kanûna 2023`yan de serdana Tirkiyeyê kirin. Şandeya ku serdana parêzerên Rêber Abdullah Ocalan jî kir dê rapora xwe ya têkildarî agahî negirtina ji Îmraliyê û tecrîdê pêşkeşî saziyên navneteweyî yên weke CPT, NY, Konseya Ewropayê bike.

7ˊê Çileya 2024’an 564 kesên ku nivîskar, hunermend û rewşenbîr li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” aşkera kirin. Di deklarasyonê de bang hate kirin ku divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û rêyên diyalogê bên vekirin.

Di 16ˊê Çileya 2024ˊan çalakgera Fîlîpînî Maria Krîstîna û sekretera giştî ya Yekitiya Parêzeran diyar kir ku gelê Fîlîpînî li kêlek gelê Kurd û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan piştgiriyê dide têkoşîna wî.

Di 22ˊyê Çileya 2024ˊan de 35 nivîsgeh û rêxistinên hiqûqî li kêlek hezar û 330 parêzerên mêr û jin ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan daxwaznameyek ji Wezareta Edliyeyê ya Tirkiyeyê re şand.

Di 1ˊê Sibatê de ji bajarên Wan û Qarsê Meşa Mezin a Azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û heta îro li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê dewam dike, li kêlek wê jî Nobetên Edaletê li van bajar û navçeyên bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar dikevin.

Di 4ˊê Sibatê de Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê pêngava ˊŞandina hezar nameyî ji Îmraliyê reˊ da destpêkirin.

Ev yek hemwextî ferzkirina qedexeya derketinê li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve pêk tê.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

14ˊê Cotmeha 2023`yan Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl, civakî, partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, Kongra Star, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes beşdarî pêngavê bûn.

14ˊê Cotmehê, 28 rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên Ereb bi daxuyaniyekê tev li pêngava cîhanî bûn.

Bi diruşma ′Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de′ Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Reqayê di 10’ê Kanûna 2023`yan hate lidarxistin.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê di 17`ê Cotmeha 2023`yan de yekemîn konê çalakiyê li Qamişlo hat vedan, paşê li Hesekê, Amûdê, Dêrîk, Reqa, Minbic, Kobanê, Girgelegê, Dirbesiyê, Hol, Şehpa, Tebqa, Til Hemîs berdewam kir.

Di 11`ê Kanûna 2023`yan de bi pêşengtiya însiyatifa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn li bajarê Dêrikê greva birçîbûne a dorveger destpê  pêk. Paşê li Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Til Hemîs, Hol, Şehba, Hesekê, Tebqa, Dirbesiyê û Kobanê berdewam kir.

Di 14`ê Mijdara 2023`yan de Meclisa Kombûna Zenûbiyayê bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin", komxebata jinan li bajarê Reqayê bi beşdarbûna 250 delegeyan dest pê kir.

29ˊê Mijdara 2023`yan Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê meşa dirêj a di 3 rojan de 100 kîlometre qut kir ji yarîgeha 12'ê Adarê ya Qamişlo heta Dêrikê pêk hat.

Înîsîyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Ji Bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, di dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê 2023’an de hezar û 25 îmze ku ji parêzeran kom kirin ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û bi hevkariya Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek peyam ji 11 rêxistinên navneteweyî û cîhanî şandin. Di peyamê e bang li wan rêxistinan hate kirin ku bi rola xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan rabin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

9ˊê Çileya 2024ˊan Platforma Jinan a Jîngehê di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanê pêngava jîngehê bi sernavê ˊDi her malekê de şitlek û her şitlek darekˊ ji bo rêxistinkirina perwerdeyan li ser têkiliya jinan-xweza û civakê û çandina daran li cihên jinên pêşeng Şehîd bûne da destpêkirin û dê heta 4ˊê Nîsanê dewam bike.

15ˊê Çileyê Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeheke wêneyan û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji bo nasandina fikrên wî li dar xist.

30ˊê Çileyê jinên helbestvan û wêjevan li Reqayê kocivînek bi sernavê ˊHelbest û Wêje li ser pêlên Îmraliyê digihîjin hevˊ der barê jinana Rêber Abdullah Ocalan de li dar xist.

Ji 1ˊê Sibatê heta 15ˊê Sibatê hemwextî pêngava cîhanê û nêzbûna salvegera 25ˊan a komploya navneteweyî çalakî li herêmê zêde bûn, her wiha 1ˊê Sibatê der barê komployê de bi beşdariyeke girseyî ji rêxistinên jin, partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civîn hatin destpêkirin û dê çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya çalakiyên curbecur mîna lidarxistina konferansan, panel, semîner û xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin û dê di 15ˊê Sibatê de li gorî Însiyatîfa Gel meşên girseyî li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

14ˊê Cotmehê li Silêmaniyê siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li pêngavê derketin.

Hemû sazî û dezgehên Şengalê, pêkhateya Ereb û civaka Êzidî, li gel PADÊ, TAJÊ û Tevgerên ciwanan bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 21`ê Cotmeha 2023`yan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku tev li pêngavê bûn.

22ˊyê Cotmehê şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Meclisa Îştar beşdarbûna xwe ji pêngavê re ragihand.

Komela Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 17`ê Cotmeha 2023`yan tev li pêngavê bûn.

Di 28’ê Cotemhê de li Şengalê, 18`ê Mijdarê li Mexmûrê, 23`yê Kanûna 2023`yan de li bajarê Silêmaniyê meşên girseyî di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin.

Di 5`ê Çileya 2024`an de li bajarê Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkê Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin.

19ˊê Çileyê Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) peyamek ji CPTˊyê yê girêdayî Konseya Ewropayê re şand ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike.

28ˊê Çileyê TAJÊˊê çalakiya konvedanê li navenda Şengalê bi diruşma ˊTu kes nikare roja me tarî bikeˊ ji bo pêştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.

CÎHAN - EWROPA

10ˊê Cotmeha 2023`yan yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê Unite The Union tev li pêngavê bû.

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê di 3’yê Mijdara 2023`yan de çalakiya “zincîra mirovan” hate lidarxistin.

Di 10’ê Kanûna 2023`yan de li 160 navendan bi navê “Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” çalakiya rojên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

16ˊê Cotmehê li bajarê Chennaî yê girêdayî Hindîstanê gelek saziyên Tamîlî piştgirî da pêngavê.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd ji bo bal bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di keştiyekê de çalakî li dar xist.

2ˊyê Mijdarê Yekemîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê ji aliyê 95 sazî û tevgerên ciwanan ve li Parîsê dest pê kir û 3 rojan dom kir. Ciwanan piştgirî da pêngavê.

8ˊê Mijdarê bi munasebeta salvegera çûyîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îtalyayê, li Parlementoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de hate goitn, ji bo rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê Îtalya erkên xwe bi cih bîne.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û tevgerên ciwanan ên enternasyonalîst wê di 11 û 12'ê Mijdara 2023`yan li 13 bajarên Ewropayê meşiyan.

Li Lozanê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) û endamên Meclîsa Jin a Lajîn li qada ê St. Laurent a Lozanê her hefte standa agahdarî vedibe. Li standê banga hişyarkirina gel tê kirin û pirtûk tên belavkirin.

Bi mûnasebeta sersalê li Îngiltere 20 hezar qertepost li mal û cihên kar hatin belavkirin.

Li Meksîkayê endamên Kolektîfa Mujeres Colibri paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin û straneke gelêrî ya gelê Abya Yala diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Meclisa Jinan a Dest Dan û Meclîsa Kurdên Azad (Nav Berlîn) 15`ê Kanûna 2023`yan li meydana Potsdamerplatzê ya Berlînê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kon vedan û belavok belav kirin.

Li Girtîgeha ya Koçberan a li Xantha Yunanîstanê di 15`ê Kanûna 2023`an de penaberên Kurd Mehmet Bîlgeç, Mahmut Guler, Gokhan Dogubey, Welat Kaya, Ramazan Tekmen, Şukru Ozturk û Murat Şahîn dest bi greva birçîbûnê ya dewreyî kirin.

Di 16 Kanûna 2023`an de li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) li Meydana Tracadero ya paytexta Fransa Parîsê xwepêşandana "Mirovê rawestayî" hat lidarxistin.

Di 8`ê Çileya 2024`an de li Ewropayê ji bo kartpostalan bişînin Îmraliyê kampanya hate destpêkirin.

13ˊyê Çileyê 21 rewşenbîr û hunermendên li Fransayê di çarçoveya pêngava cîhanê û bi diruşma ˊEm ê bibin dengê aştiyê li Kurdistanêˊ kongreyek li dar xist.

21ˊê Çileyê ji Parîsê heta bi bajarê Kolnê yê Almanyayê meşeke dirêj ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin û dê 25 rojan bi çalakiyên curbecur dewam bike; belavkirina bi hezaran belavokan li şêniyan, her wiha serdana şîrket û saziyên fransî hatin kirin û agahî li ser tecrîda Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin.

26ˊê Çileyê Sekretera KHRAGˊê Fezîle Mihemed diyar kir ku pêngava ji bo azadiya Nelson Mandela di 1980ˊî dest pê kir û îro jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngav hatiye destpêkirin û dê armanca vê pêngavê bi ser bikeve.

4ˊê Sibatê bi hezaran kesan bi serkêşiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Dragnayan ê Fransayê heta bi Almanyayê meşek li dar xist û dê piştre tev li meşa navendî bibin û di 17ˊê Sibatê de li Kolnê yê Almanyayê hemwextî salvegera komploya navneteweyî tev li meşa giştî bin.

9’ê Sibatê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin. Îmze dê ji YE’yê re werin şandin.

9’ê Sibatê aktîvîstên fransî ku di nav de rojnameger, hunermend, civaknas û nivîskar jî hene, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd deklarasyonek parve kirin. Rojnameya fransî L’Humanité, bi manşeta “Kurdistan: Di nava agir de zincîrkirî ye” cih da tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê girtî ne.

(fr)

ANHA