Êzidî amadekariyên Çarşema Sor dikin

Êzidî bi rê û resmên taybet xwe amade dikin ku Çarşema Sor pîroz bikin. Malbatên êzidî wek sembola cejnê hêkan direngînin.

Êzidî amadekariyên Çarşema Sor dikin
Êzidî amadekariyên Çarşema Sor dikin
Êzidî amadekariyên Çarşema Sor dikin
Êzidî amadekariyên Çarşema Sor dikin
Êzidî amadekariyên Çarşema Sor dikin
Êzidî amadekariyên Çarşema Sor dikin
15 nîsan, 2025   11:52
HELEB

Sibe (Çarşem) sersala êzidî ye ku wek çarşema yekem a Nîsanê an jî Çarşema Sor tê naskrin. Êzidî vê rojê bi rê û resmên taybet pîroz dikin, bi taybetî jî bi rengandina hêkan.

Li gorî Salnameya Rojhilatî ku 13 roj li paş Salnameya Mîladî ye, cejn dikeve çarşema yekem a meha Nîsanê.

Di pîrozbahiyên cejê de de êzidî derdikevin nav xwezayê û merasîman li dar dixin.

Ajansa me amadekariyên êzidiyan ên ji bo cejnê şopandin.

Biryar e sibe li bajarê Helebê li nêzîkî gundê Pino yê ser bi taxa Şêxmeqsûd ve şahiyek were lidarxistin. Li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê jî şahiyek tê lidarxistin.

(k)