Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li serdozgeriyê û midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15 nîsan, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol di hevdîtina di 27’ê Sibatê de bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hatibû kirin de cih girt. Parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal Aslan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.

 HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN

Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

 BIRYARA QEDEXEYA DOMDAR

Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 8’ê M,jdara 2024’an ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin. Der heqê hinceta qedexeyê de tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.

 Bi biryara qedexeyê ya dawî re di nava 8 salan de bû cara 15’emîn ku ji bo 6 mehan hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran wî re tê qedexekirin.