Ewn bang li Macron kir: Zextê li Îsraîlê bike ku êrişî Dahiya Beyrûtê neke

Serokê Lubnanê ji hempîşeyê xwe yê Fransayî daxwaza kir ku zextê li Îsraîlê bike ku êrişî Dahiya Başûr a Beyrûtê neke.

Ewn bang li Macron kir: Zextê li Îsraîlê bike ku êrişî Dahiya Beyrûtê neke
5 adar, 2026   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hişyariya artêşa Îsraîl ji xelkê Dahiya Başûr a Beyrûtê re ku malên xwe terk bikin ku wê bibin cihê hedefgirtinê, serokê Lubnanê Cozêv Ewn ji serokê Fransayê Emmanuel Macron daxwaz kir ku destwerdanê bike ku Îsraîlê êrişan pêk neyne.

Serokatiya Lubnanê daxuyand ku Ewn ji Macron re pêşdeçûnên ewlehiyê yên li Lubnanê şîrove kirin û daxwaz jê kir ku têkiliyê bi Îsraîlê re deyne ku gefên xwe yên derbekirina herêmê ku weke cihê Hizbullahê dibîne pêk neyne, ji ber ku li herêmê di navbera 600 heya 800 kesî dijî.

Macron jî diyar kir ku pêwîst e Lubnanê ber bi şerekî nû ve neyê kişandin û banga rawestandina aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kir. Macron da zanîn ku divê Hizbullah êrişî Îsraîlê neke û Îsraîl jî destwerdaneke bejahî yan jî êrişeke leşkerî ya berfireh li hundirê xaka Lubnanê pêk neyne.

Macron destnîşan kir ku wî alozî bi serokê Amerîkayê Donald Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re nîqaş kiriye. Fransa piştgiriyê dide rayedarên Lubnanê, pêşxistina hevkariyê bi artêşa Lubnanê re û wê alîkariyên mirovî yên lezgîn ji kesên ji başûrê derbider dibin re bişînin.

(fr)