Jinên ji Qamişlo û Dêrikê meşên meşaleyî li dar xistin

Jinên ji bajarên Qamişlo û Dêrikê di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de meşek meşaleyî li dar xistin.

5 adar, 2026   21:42
QAMIŞLO

Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê ku dikeve 8ˊê Adarê meşeke meşaleyî bi amadebûna endamên kongrayê û jinên ji bajêr organîze kir. Meş ji Çerxerêya Efrînê dest pê kir, heta bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan çû.

Li pakrewangehê jinan deqeyek rêz girt, li wir endama Koordînasyoan Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên ev bone li jinan pîroz kir û diyar kir ku êrişên li dijî herêmê destkeftiyên jinan dikin armanc.

Jiyan Hisên di dawiyê de banga piştevaniya hêzên berxwedanê û sekna li kêleka wan kir û got têkoşîna hevbeş rêya yekane ya rûbirûbûna astengiyan e.

Kongra Star a bajarê Dêrikê jî bi heman boneyê meşeke meşaleyî bi amadebûna dehan şênî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger organîze kir.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi hildana alên Kongra Star, alên YPJˊê û wêneyên Rêber Apo dest pê kir û li ser rêya Kornîs meş veguherî mîtîngê. Li wir Rêvebera Kongra Star Wefa Elî axivî û diyar kir ku jin di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir û bi vîna xwe ya xurt a li hember zihniyeta baviksalarî rêxistinkirina xwe ava kir.

(fr)

ANHA

QAMIŞLO

DÊRIK