Hêzên Hikumeta Veguhêz şahiya derçûna xwendekarên Kurd asteng kir

Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê şahiya derçûnê ya xwendekarên Kurd ên Fakulteya Endazyariya Mîmariyê ya Zanîngeha Helebê asteng kir û amûrên mûzîkê desteser kirin. Rêveberiya zanîngehê tu helwest der barê bûyerê de nîşan neda.

Hêzên Hikumeta Veguhêz şahiya derçûna xwendekarên Kurd asteng kir
2 îlon, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi ser şahiya derçûna xwendekarên Kurd ên Fakulteya Endazyariya Mîmariyê ya Zanîngeha Helebê de girt û şahî qedexe kir.

Li gorî şahidan, endamên dewriyeyê ketin cihê şahiyê, heqaret li xwendekaran kirin, ew bi “binkeftî” wesifandin. Dûre amûrên mûzîkê yên li wir desteser kirin.

Xwendekar û malbatên wan li hember vê bûyera sûsret bi hêrs bûn. Lê rêveberiya zanîngehê ti helwest li hember vê bûyerê nîşan neda.

(şx)