Di rojekê de 26 kes hatin kuştin

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 26 kes hatin kuştin.

Di rojekê de 26 kes hatin kuştin
18 sibat, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên cihê kom kirine, li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de herî kêm 26 kes hatin kuştin.

Li taxa Zorava ya Şamê jineke ciwan bi kêran hat qetilkirin. Hate diyarkirin ku jina ciwan ji taxa Meşrû Dumer e, li Zorava di dikaneke firotina gulan de hatiye kuştin.

Hate ragihandin ku li bajarê Silûkê li nêzî rêya M4 ciwanek dema hewl dida ji herêma di bin dagirkirina çeteyên dewleta Tirk a dagiker derbasî herêmên di bin kontrola QSD’ê de bibe, bi guleyên çeteyên dewleta Tirk hat qetilkirin.

Li gorî nûçeyên hatine parvekirin, li bejahiya Herîbşê ya li başûrê bajarê Dêrazorê, 7 jê jin, cenazeyên 10 kesan hatine dîtin. Li herêma Dîk El Cin a gundewarêb Humisê jî cenazeyê ciwanekî hat dîtin ku 2 roj berê ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Mezreya Beyt El Cin a herêma Qetna ya gundewarên Şamê şêxekî taîfeya durziyan ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Hate zanîn ku li gundê Tesnîn ê Humisê ciwanek ji ber pevçûnên malbatî hat kuştin. Komeke ji gundê Qenatirê ji ber nakokiyên berê êrişî gundê Feyda yê li rojhilatê bajarê Hemayê kir û 4 kes kuştin.

2 kes ji gundewarên Ceblê yê Laziqiyê ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin û li gundê Decac ê Merat El Numan a Idlibê hatin kuştin. Li herêma Şikûk a gundewarên Şamê jî kesekî 2 bombeyên destan avêtin ciwanekî, di encamê de ciwan jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Behremîn a bajarê Tertûsê jî ciwanek ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da, li bejahiya Herîbşe ya li başûrê Dêrazorê jî 2 zarokan ji ber heman sedemê jiyana xwe ji dest da.

(bb)