100 aktivîstan bangî rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestînin

Zêdetirî 100 girtiyên siyasî yên berê, aktîvîstên siyasî û mafên mirovan, rojnamevan û aktîvîstên civakî yên ji hundir û derveyî Îranê, nameyek hevbeş weşand û daxwaza rawestandina darvekirinan, berdana girtiyên siyasî û bidawîanîna şer kir.

100 aktivîstan bangî rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestînin
4 îlon, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 100 girtiyên siyasî yên berê, aktîvîstên siyasî û mafên mirovan, rojnamevan û aktîvîstên civakî yên ji hundir û derveyî Îranê, nameyeke hevbeş weşand. Girtiyên berê piştgiriya xwe ji bo helwestên ku di nameya di 20’ê Tebaxê de hatine weşandin, anî ziman.

Nameya bi sernavê “Dawî li Şerê Emperyalîst û Darvekirinên Dewletê Bînin” ji aliyê kesên wekî Angela Davis, Judith Butler, Kiana Yamata Taylor û Raşid Xalidî û gelek akademîsyen û parêzeran ve hat îmzekirin.

Di nameye de ku duh hat weşandin, îmzekerên îranî yên piştgirî didin nameyê, diyar kir ku divê gelê Îranê neçar nebe ku ji “êrişa leşkerî û aborî ya derveyî” û “tepeserkirina dewletê” yekî hilbijêre. Îmzekeran daxwaza bidawîanîna darvekirinan, berdana girtiyên siyasî, bidawîanîna şer û bidawîkirina “cezakirina kollektîf” a li dijî gelê Îranê kirin. Her wiha di nameyê de hate diyarkirin ku ravekirina şert û mercên li Îranê bi mînaka ‘du aliyên meqesê’, nayê wê wateyê ku şer û tepeserkirina navxweyî yek e û mirov di heman kêliyê de di bin bandora her du zextan de dimînin.

Çalakvanan bikaranîna êşên gelê Îranê ya ji bo rewakirina destwerdana leşkerî ya biyanî an jî tepeserkirina navxweyî red kirin. Îmzevanan li hember krîmînalîzekirina protesto û muxalefetê, derxistina îtîrafan a di bin zextê de, darizandinên xwepêşandanan û darvekirina girtiyan a li ser bingeha tohmetên bê bingeh, bertek nîşan dan.

Di nava îmzekerên nameyê de berdevkê Yekitiya Mamosteyên Îranê Mihemed Hebîbî, nivîskar Reza Xandan; civaknas û girtiyê siyasî yê berê Seîd Madanî, derhêner Şehrzad Arşadî, Mansour Behkîş a ji Malbatên Haveran, girtiya siyasî ya berê Athena Daemî, Janet Afarî, Turaj Atabakî, Hamîd Akbarî; Nayra Tawhidî, Fatama Şems û Parestu Foruhar jî cih digirin.