Li Hemayê zarokek hat kuştin

Li bajarê Hemayê zarokek di encama pevçûneke malbatî de jiyana xwe ji dest da.

Li Hemayê zarokek hat kuştin
4 îlon, 2026   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet derdora 01.00‘an zarokekî 15 salî li taxa Erbîn a bajarê Hemayê bi guleyên çekdaran hat qetilkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku bûyer ji ber nakokiyên malbatî û rakirina tolê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên der barê bûyerê de, hejmareke çekdar ku li du erebeyan siwar bûbûn, gule li zarokê ku motorsîklêt diajot, reşandin û di cih de hate kuştin.

Hate diyarkirin ku çekdar reviyane derveyî bajêr.

(bb)