Ev 40 sal in bisikletan temîr dikin

Malbata El Mislih a ji bajarê Til Birakê ev 40 sal in bisikletên xirabe temîr dike.

Ev 40 sal in bisikletan temîr dikin
2 îlon, 2025   06:30
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Li taxa Bîr El Hilû a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê Idrîs El Mislih (38) di nava alavên çaksazkirinê yên ji bavê xwe wergritine, rûniştiye. Idrîs bisikletên zarok û mezinan ên xirab bûne, temîr dike.

Idrîs El Mislih ji bavê xwe Feyad El Salih fêr bûye ku zêdetirî 40 salan ev kar meşandiye. Feyad El Salih li kêleka mamostetiyê, çaksaziya bisîkletên xirabe jî kiriye û bûye karekî wan ê esasî. Îdrîs jî niha vî karî didomîne.

Idrîs El Mislih  di zarokatiya xwe de bi temaşekirina karê bavê xwe ev pîşe wekî lîstokek zarokatiyê jî fêr bûye. Lewma li gorî gotina wî ev pîşe di heman demê de bîranîna wî ya zarokatiyê ye.

Kurê Îdrîs ê 13 salî jî niha wekî wî, bi temaşekirina bavê xwe, vî karî fêr dibe.

Idrîs dibêje buhayê temîra bisklêtan di navbera deh û 125 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye.  Dema Idrîs bisklêta zarokekî bi 10 hezar lîreyan temîr dike, dibêje “heger bavê min bûya, wê bêpere ev temîr kiriba.”

(dc)

ANHA